HEKAR FINDÎ

Nivîskar û Rojnamevanekî Kurd e

HEKAR FINDÎ

 

– Navê sê qolî, (Hekar Ebdulkerîm Findî) bernîyase bi (Hekar Findî).

– Li bajarê Duhokê ji dayikbûye.

– Xwendina xwe ya (seretayi, navincî, amadeyi) li Duhokê bi dawîanîye.

– Li Sala 2007 an bawernama Bekaloryos bi yasayê ji zanîngeha Duhok stendîye.

– Li Sala 2015 an bawernama Masterê bi yasa û ragehandinê I zanîngeha Pune li welatê hindistanê stendîye.

– Hilgirê bawernama diplomê ye bi yasa û rekxirawên nêvdewletî, her wsia bawernama diplomê bi rojnamevanîya eliktironî ye.

– Mamostayê pişka rojnamevanî – peymangeha teknîkî Duhok.

– Mamostayê pişka rojnamevanîya eliktironî – kolîja teknîkî kargêri  – Duhok.

– Êkem berhemê xwe li îlûna 1993 an di kovara (Heng) da weşandîye.

– Sernivîserê kovara (Yasa) bû, ku kovareka yasayî, rewşenbîrî giştî bu li kolîja yasa û ramyarî – zanînegha duhok di nêv bera salên (2006-2007) an de hatîye weşandin.

– Peyamnêr û nivîser bû li kovara (Dicle), ku bi pîtên latînî ji alîyê wezareta rewşenbîrî ya hikumeta herêm kurdistanê ve di hate weşandin.

– Peyamnêrê kovara (Karwan) bû, ku ji alîyê wezareta rewşenbîrî ya hikumeta herêm kurdistanê ve di hate weşandin.

– Peyamnêrê kovara (Asoy Folklur) bû, ku ji alîyê wezareta rewşenbîrî ya hikumeta herêm kurdistanê ve di hate weşandin.

– Serperiştê pişka Kurdî bû li rojnama (Heqîqe – Rastî).

– Di şerê azadkirina îraqê de, peyamnêrê rojnama (îlaf – Elaph) ya eliktironî bû li kurdistanê.

– Di şerê azadkirina îraqê de, peyamnêrê malperê (Iraq for all) bû li kurdistanê.

– Di şerê azadkirina îraqê de, serperiştê pişka kurdî yê malperê (Iraq for all) bû.

– Peyamnêrê rojnama (Avesta) ya eliktironî bû li kurdistanê.

– Peyamnêrê  û nûnerê malpera (Amude) ye eliktironî bû li kurdistanê.

– Rêveberê hunerî yê rojnama (El-Ehalî – الاهالي) bû, ku li Duhok, Bexda bi zimanê Erebî di hate weşandin.

– Li çendîn rojname û kovaran, wek (Nivîser, Peyamnêr, nexşêkêş) karkirîye, ji wan (Dicle, Peyama Zanko, Heqîq- Rastî, Dengê Laliş, Zaxo, Zirîmok, Afaq Spîrêz, Pirêz, Iraq Today) û çendekin din.

– Rêveber û serperiştê malperê Findî Info ye (www.findi.info).

– Yek ji serperiştên malperê pêkve bo avakirina aştîyê ye (www.ftpb.org).

– Bi çendîn navan berhemên xwe belavkirine weki (Kehî, Şoreş, û çendekin din).

– Berhemên xwe (Nivîs, Nûçe, Raport, Dîdar, Berhemên rojnamevanî) di gelek kovar û rojnameyan de weşandîne, ji wan (Dicle, Nivîs, Heng, Karwan, Asoyî Folklur, Sînema û Şano, Zagros, Herêm, Huner, Yasa, Afaq Spîrêz, El-Ehalî, Evro, Peymana Edeb û huner, Edeb û huner – Evro, çavdêr, Awêne, Hîzil, War, Peyama Zankoyê, Kurdistanî niwê, El-heqîqe- Rastî, û gelekên dî), her wisa di van malperan ji de weşandîne wek (Pena Kurd, Avesta Kurd, Amude, Mehname, Urmiye, Iraq for all, PDK Xoybun, Rizgarî Online, êvar baş, rojname, KDP Info, Peyamnêr, û gelekin din).

– Di biyavê Ekadîmî û yasayî de jî çendîn nivîs û vekolînên ekadîmî di kovarên navxoyî û nêvdewletî de weşandîne.

– Endamê bordê senterê Mîdîya ya serbixwe li kurdistanê bû.

– Endamê bordê rekxirawa mîdiyaya serbixwe li kurdistanê ye, her wisa wek rahêner di bîyavên (Ragehandin, Maf, Yasa) digel heman rêkxiraw kardike.

– Endamê Sendîka Parêzerên Kurdistanê bû.

– Endamê Yekêtîya Mafperwerên Kurdistanê ye.

– Endamê Sendîka Rojnamenivîsên Kurdistanê ye.

– Endamê Yekêtîya Rojnamenivîsên Nevdewletî ye

– Endamê Yekêtîya Rojnamenivîsên eliktornî ya Nevdewletî ye

– Endamê Navenda (PEN Kurdî) ye.

 

– Zimanên Kurdî, Erebî, Ingilîzî bi başî dizanît, şarezayî di zimanê Hindî de jî heye.

 

 

Berhemên çapkirî:

– Fidralî… Têgeh û cêbecêkirin, (الفدرالية… مفهوما و تطبيقا), danan, 2009, bi zimanê Erebî ye.

– Yasayên girêdayi rojnamevanîye li herêma Kurdistanê – Iraq, berhevkirin û wergêran, 2010, bi zimanên kurdî û erebî ye.

– Yasayên rojnamevanî li Kurdistanê, berhevkirin û wergêran, 2011, bi zimanên kurdî û erebî ye.

– Rêberê çaksazîya mezinan li Duhokê (دليل اصلاحية الكبار في دهوك), berhevkirin, 2011, bi zimanê Erebî ye.

– Têgehekê Yasayî bo Rojnamevanîye, danan, 2012, bi zimanê Kurdî ye.

– Rêberê dezgehên ragehandinê li parêzgeha Duhokê, berhevkirin, çapa êkê, 2012, bi zimanê Kurdî ye.

– Rêberê dezgehên ragehandinê li parêzgeha Duhokê, berhevkirin, çapa didwaan, 2013, bi zimanê Kurdî ye.

– Rêberê dezgehên ragehandinê li parêzgeha Duhokê (دليل المؤسسات الاعلامية في محافظة دهوك), berhevkirin, 2013, bi zimanê Erebî ye.

– Kovara Runahî, berhevkirin, 2013, bi zimanê Kurdî ye.

– Gul bê nave, veguhastin, 2014, bi zimanê Kurdî ye.

– Êtîk û Yasayên Rojnamevanî, bo xwendina zankoyê hatîye peyrewkirin, danan, 2017, bi zimanê Kurdî ye.

– Civata Moxtara, berhevkirin, 2018, bi zimanê Kurdî ye.

– Rolê ragehandinê hember binpêkirnên mafên mirovî, vekolîneka rexneyî, danan, 2018, bi zimanê ingilîzî ye.

– Tac Mehel… ew çîroka evînîye ya li cîhanê deng vedayi, danan, 2018, bi zimanê Kurdî ye.

– Ferhenga Findî, zaravên damûdezgehên mîrî û dadgehan, danan, 2019, bi zimanên Kurdî û erebî ye.

– Ferhenga Têgehên Hiquqê, danan bi pişkdarî, 2020, bi zimanên Kurdî, Erebî, Turkî, Farisî, Ingilîzî ye.

– Diyarda Tawanê, sê berg, (رصد ظاهرة الاجرام), 2017, 2018, 2019, bi zimanê erebî ye.

– Arasteyên Nû di Fidralîyê de, Fidralîya hevkarîyê li Hindistanê wek nimûne, danan, 2020, bi zimanê ingilîzî ye.

 

 

Berhemên berhev bo çapê:

– Têgehekê yasayî bo soşiyal mîdiyayê, danan, bi zimanê Kurdî ye.

– Fedralî wek çareserî bo arîşên kêmîneyan (الفدرالية كحل لمشكلة الاقليات), danan, bi zimanê Erebî ye.

– Mafê Pêşvebirinê, danan, bi zimanê Ingilîzî ye.

– parêzbendîya diplomasî (الحصانة الدبلوماسيىة), danan, bi zimanê erebî ye.

– Derdname, veguhastin, bi zimanê Kurdî ye.

– çend dîtinekên yasayî, danan, bi zimanê Kurdî ye.

– çend dîtinekên yasayî, danan, bi zimanê Erebî ye.

– Hindistan, welatê seyir û sintîkeyan, danan, zimanê Kurdî ye.

– Geryana welatan, danan, zimanê Kurdî ye.

– îtîk û yasayên rojnamevanî, danan (اخلاقيات و قوانين الصحافة), zimanê Erebî ye.

– Tac Mehel, danan, bi zimanê Erebî ye.

Zêdebarî çendîn berhemên dî.