EBDULKERÎM FINDÎ

Nivîskarekî Kurd e

E.KERÎM FINDÎ

– Navê wî yê sê qolî (Ebdulkerîm Findî Yehya) ye, di bîyavê nivêsîn û karî de pêtir bi navên (Ebdulkerîm Findî) û (Kerîm Findî) bernîyase û berhemên xwe weşandine.

– Li sala 1946 an li gundê Qarqarava, devera Doskîyan li başûrê bajarê Duhokê ji dayik bûye.

 – Li payza sala 1951an digel xêzana xwe li bajarê Duhokê Rudine, li wir xwendina xwe ya despêkê, navincî, amadeyî bi dawîtîne.

– Li salên (1959-1974) an endamê yekêtîya qutabîyen Kurdistanê bû, têde gehiştîye pila endamê mekteba sikirtarîyetê.

– Li (09.06.1963) an gehiştîye nêv rêzên şoreşa îlûnê.

– Li sala (1965) an bûye endamê lijna navça Duhok ya Partî Dimokratî Kurdistan.

– Li (11.10.1970) an bûye endamê Yekêtîya Nivîskarên Kurd.

– Li sala (1974) an ji zanîngeha Musil, kolîja adabê, pişka zimanê Ingilîzî bi dawî anîye.

– li amadeya birayetî li Duhokê wek mamosta hatîye damezrandin.

– Li sala 1984 an bûye rêveberê navincîa (Memê Alan) li Duhokê.

– Li sala 1986 an ji ber helwîstên wî yên netewayetî bo amadeya Duhok ya êvaran tê veguhastin.

– Piştî serhildana buhara sala 1991 an dibe rêveberê amadeya pîşesazî li Duhokê.

– Li 08.04.1993 an û di yekem kabîneya hikumeta herêma Kurdistanê de, wek rêveberê giştî yê rewşenbîrî û hunerî li wezareta rewşenbîrî ya hikumeta herêma kurdistanê destbikardibe. Li ser demê wî çendîn kovara û rojname ji layê vê rêveberîyê ve hatîne weşandin, ji wan (Dicle, Karwan, Karwanî Ekadîmî, Asoyî Folklorî, Heng, Bariş, Panîpal, Wergêran, û gelekin din) her wisa bi sedan pirtûk hatîne çapkirin.

– di çendîn demên cuda cuda de, bûye birîkarê wezareta rewşenbîrî ya hikuemta herêma Kurdistanê.

– Di dawîya salên nûtan de, zêdebarî berpirsyaretîya wî wek rêveberê giştî yê rewşenbîrî û hunerî, çendîn berpirsayetîyên din jî li wezareta rewşenbîrî ya hikuemta herêma Kurdistanê de wergirtîne, wek rêveberê giştî yê şûnwaran, rêveberê giştî yê werziş û lawan.

– Li sala 2002 an dibe rêveberê giştî yê ragehandinê li wezareta rewşenbîrî ya hikumeta herêma kurdistanê de, di ser demê wî de (Herêm TV) ku take têlevizyona fermi ya hikumeta herêma kurdistanê bû pêşkeftinên baş bi xwe ve dîtin.

– Li sala 2004 an û bi egerê rewşa saxlemîyê dibe rêveberê giştî li diwana wezareta rewşenbîrî ya hikumeta herêma kurdistanê.

– hatîye hilbijartin wek sikirtêr di piranîyan desteyên rêveber yên yekêtîya nivîserên Kurdi / Duhok.

– Li salên (1984-1991) an hatiye hilbijartin wek endam di desteya rêveber a yekêtîya nivîskarên kurd li herêma Kurdistanê.

– Li salên (1986-1991) an wek nûnerê tayê Kurdistanê hatîye hilbijartin di civata navîn ya yekêtîya turevan û nivîskarên Iraqê de.

– Pişikdarî di piranîya kungirên yekêtîya niviskarên kurd de kirîye, zêdebarî sê kongirên yeketîya niviskar û tûrevanên Iraqî, dîsan kongirê (15) an yê yekêtîya nivîskarên Ereb ku li adara sala 1986 an li bajarê Begda hatibû li darxistin.

– Pişikdarî di festîvala (Merbid) yên 6, 7, 8 an de kirîye.

– Endamê deteya nivêsîna kovara (Beyan)bû, ku ji alîyê dezgehê rewşenbîrî û weşana kurdî li bexda derdiket.

– Endamê desteya nivêsîna kovara (Nûserî Kurd) xola sisyan bû.

– Endamê desteya nivêsîna kovara (Peyiv) bû, ku ji alîyê Yekêtîya Nivîskarên Kurd / Duhok ve derdikeve.

– Wek Sikirtêrê Nivêsînê di kovara (Metîn) xola sisyan de karkiriye, ji hijmar 1 ta 18.

– Li sala 1997 an sernivîserê kovara (Karwan) bû, ku j alîyê wezareta rewşenbîrî ya hikumeta Herêma Kurdistanê ve dihat weşandin.

– Sikirtêrê Nivêsîna kovara (Karwanî Ekadîmî) bû, ku j alîyê wezareta rewşenbîrî ya hikumeta Herêma Kurdistanê ve dihat weşandin.

– Sernivîserê kovara (Dicle) bû, her ji weşandina we ta rawestandina wê ji weşanê (42 hijmar) ku j alîyê wezareta rewşenbîrî ya hikumeta Herêma Kurdistanê bi pitên latînî ve dihat weşandin, ev kovar yekem kovar bû bi pîtên latînî li herêma Kurdistanê te weşandin.

– Li salên (1968-1969) an endamê desteya nivêsîn û rêveberîya kovara (Dengê Kurdistan) bû, ku ji alîyê Partî Demokratî Kurdistan ve di nêv Şoreşê de dihat weşandin.

– Yek ji damezrênerên Sendîka Rojnamenivîsên Kurdistanê bû.

– Yek ji damezrênerên Komela dotînî ya (Kurdî – Erebî) bû.

– Yek ji damezrênerên Komela dotînî ya (Kurdî – Felestînî) bû.

– Yek ji damezrênerên Mala Hunerî bû li Hevlêrê.

– Serokê civata Şana hunerî bû li Duhookê.

– zêdebarî çendîn kar û berpirsyaretîyen din.

– Di piranîya kovar û rojnameyên Kurdî de yên ku li Iraqê di hatin weşandin, berhemên xwe (Vekolînên Edebî, Rexneyî, Folklurî, babetên dîrokî li ser dîroka kurdan) weşandîne.

– Zimanên Kurdî (Diyalêktên Kurmanciya jêrî û jorî), Erebî, Ingilizî baş dizanît, her wisa şarezayî di zimanê (Firensî) de jî heye.

– Bi alfebêya Kurdî (Latînî, Erebî, Eklirkî – Sulavî) baş dizane.

Berhemên çapkirî:

– Dîwana Bekir begê Erizî, komkirin û tûjandin, 1982, bi zimanê Kurdî ye.

– Meyro, veguhastin ji pitên latînî bo pitên erebî, 1985, bi zimanê Kurdî ye.

– Gulçin, veguhastin ji pitên sulavî- eklirkî bo pitên erebî, 1988, bi zimanê Kurdî ye.

– Çend werzek ji şoreşa îlûnê li kurdistane Iraqê(فصول من ثورة ايلول في كوردستان العراق), danan, 1995, bi zimanê erebî ye.

 – Rêberê parêzgeha Duhkê, (دليل محافظة دهوك), danan, 1995, bi zimanê erebî ye.

– Rêberê parêzgeha Duhkê, (Dohuk Governorate guide), danan, 1995, bi zimanê ingilîzî ye.

– Hozêt Kurdî li bakûrê wîlayeta musil, wergêran ji zimanê ingilîzî bo zimanê kurdî, 1996, bi zimanê Kurdî ye.

– Partî li serdemê mişextbûna Barzanî, danan, 1998, bi zimanê Kurdî ye.

– Amêdîye di çerxên cuda cuda da (العمادية في مختلف العصور), tûjandin, 1995, bi zimanê Erebî ye.

– Yobîla Zêrîna Peşmergeyî, Veguhastin ji pîtên erebî û diyalêkta kurmancîya jêrî bo pîtên latînî û dialêkta kurmancîya jorî, 1999, bi zimanê Kurdî ye.

– Barzanî xwe nade dest kesê, Veguhastin ji pîtên erebî û diyalêkta kurmancîya jêrî bo pîtên latînî û dialêkta kurmancîya jorî, 2001, bi zimanê Kurdî ye.

– Festîvala Xanî, 1996, bi zimanê Kurdî ye.

– Kelên Badînan û çendîn cihên wê yên şunwarî (قلاع بادينان و بعض المواقع الاثرية فيه), 2012, bi zimanê Erebî ye.

– Zimanê Kurdî li devera Badînan, wergêran, 2012, bi zimanê Kurdî ye.

– Kelên Badînan û çendîn cihên wê yên şunwarî (قلاع بادينان و بعض المواقع الاثرية فيه), 2013,  çapa zedekrî, lenden, bi zimanê Erebî ye.

Berhemên berhev bo çapê:

– Insikilopîdia sîyasî li îraqê, ji çendîn bergan pêk tê, danan, bi zimanê erebî ye.

– Insikilopîdia sîyasî li kurdsiatnê – îraq, ji çendîn bergan pêk tê, danan, bi zimanê erebî ye.

– Rojanên şoreşa ilûnê, danan, bi zimanê erebî ye.

– Rojanên serhildanê, danan, bi zimanê kurdî ye.

– Peyiva min, danan, bi zimanê kurdî ye.

– Bahoz, veguhsatin, bi zimanê kurdî ye.

– Ji derîya Folklurî, komkirin û berhevkirin, bi zimanê kurdî ye.

– Dîroka Badînan, danan, bi zimanê erebî ye.

– Hoza Doskîyan, danan, bi zimanê erebî ye.

– Cîrokên civakîkomkirin û berhevkirin, bi zimanê erebî ye.

– Yekêtîya qutabîyen Kurdistanê, dîtin, bi zimanê erebî ye.

– Bîrhaetinên min, danan, bi zimanên kurdî û erebî ye.

– Buçûnên min, danan, bi zimanên Kurdî ye.

– Buçûnên min, danan, bi zimanên erebî ye.

-Zedebarî çendîn berhemên din.