Salar Findî, bawernama Diktorayê stend

Salar Findî bawernama Diktorayê di bîyavê dîroka sîyasî ya hevçerix da wergirt.

Li roja Sê şembî, rêkeftî 9.6.2020 li senterê rewşenbîrî û civakî yê zanîngeha Duhok gengeşa nama diktorayê ya bi navê “Rolê layengirên komonistan di bizava rizgarîxwazîya kurdî da di navbera salên 1979-1991/ vekolîneka sîyasî dîrokî” ya vekoler  û mamostayê zankoya duhok (Salar Ebdulkerîm Findî) hate kirin.

Piştî gengeheşê, berevanîkirin ji aliyê serpirişt û vekolerî ve hatîye kirin, lijna gengehşê biryar li ser wergrtina nama vekolerî da û bawernama diktorayê bi vekoler (Salar Ebdulkerîm Findî) hate dan.

Lijna gengeşê ji van berêzan pêkhatibu:

– Profîsor Dr. Mihemed Ebdulla Kakesor, ji Zanîngeha Selaheddîn, Serok.

– Profîsore harîkar Dr. Mêvan Arif Ebdulrehman, ji Zanîngeha Duhok, Endam.

– Profîsore harîkar Dr. Amanc Ehmed Mistefa, ji Zanîngeha Soran, Endam.

– Profîsore harîkar Dr. Elî Salih Hemdan, ji Zanîngeha Zaxo, Endam.

– Profîsore harîkar Dr. Araz Ebdulrehman Mistefa, ji Zanîngeha Raperîn, Endam.

– Profîsor Dr. Ebdulfetah Elî Yehya, ji Ekadîmîya Kurdî- Hevlêr, Serperişt û Endam.

Hejî gotine ye ku Salar Findî bawernama xwe ya masterê ji zanîngeha Mistenserîyê ji Begda wergrtîye, niha vekoler û mamostaye li zanîngeha Duhok û cendîn vekolîn û pertûkên dîrokî û ekadîmî weşandine.

 

Comments are closed.