Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 32

Xeleka 32:
Timametî bu xeleka çûy, ev idiom û zarave jî yêt heyin:
1- Bu mirovêt (Kurt) di bêjin: bejin bihust, ripink.
2- Bu yê (Dirêj) di bêjin: Çelake, şivare. 
3- (Kurtê Qelew) di bêjin: Qurmequt, singê hirçê.
4- (Lebleban): Mirovê axiftin çêkirî û şareza bu gotinê.
5- (Surk): Mirovê pirbêj û pir axiftin.
6- (Çeqçequk): Dîsa mirovê pirbêj û pir axiftin, heft hefte axiftin ji devî derkevin.
7- (Lallute): Axiftnêt wî nîv itmam û ne dirustin.
8- (Turturî): Ew jî axiftina wî bi dirustî ji devî na derkevît.
9- (Def Qerisî): Bu axiftinê vedmînît.
10- (Devejen): Berovajî dev qerisî, devê wî na rawistît bu axiftinê.
11- (Bum) Mirovê kêm axiftin.

Têbînî: em li van dû sê ristên xwarê bnêrîn heke wesfa kesekî bhête krin dbêjn:
1- Êkê dev tepîkê erzink dirêjê zik tebqiyê mil xuyilê ruq dirêj.
2- Êkê qurmequtê huyirê xirxirê zik hîze.
3- Êkê qerqemkê şivarey çelake wekî hilametê nav bîstana.
4- Hey laluzimê devê te girtîw, te çuyirî ji guhêt me birin.

Comments are closed.