Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 16

Xeleka 16:
dirêjî bu babetê me yê liser zarav û idiyumêt kurmancî, emê liser van çend peyivan rawestîn:

1- Befir
– Wekî pila germê gelek dadikevît û nizim dibît, berî çipka baranê li ‘esmanî bi cemidît, ev çipke bi rengê nîv av û nîv befir dibarît dibêjinê (şiluve).
– Wekî pila germê digehîte pila sifir silîzî ya bestinê befir li ‘esmana çêdibît û di barît dibêjinê (permiwîçik) êt befrê yêt hên.
– Heke befrê gelek lêkir û rûberê pirta befrê meztir lê hat dibêjinê (Patore).
Anku (Şiluve —- Permiwîçk — Patore) ev zincîre li diwî pila germê û rûberî hatiye rêzkirin.
2- Gijik
– Li pilêt germê yêt nizim çipka baranê li ‘esmanî di cemidît û nîzîkî qebarê (nîsk)ê lê dihêt û di barît bi rengekê spî wekî befrê û ya pişe dibêjnê (gijik).
– Di heman pila germê da û di qebarekê mezintir wekî (nuk)ê û mezintir dû sê çipkêt baranê xu lêk den û di cemidin dibêjnê (gijlûk).
– Di pila germê ya pîçek bilindtir da ji herdû xalêt çuyî û bi qebarekê mezintir hindek caran hindî (hiliwîk)ê lê dihêt û di barît dibêjnê (terg).
Aniku (Gijik —- Gijluk —- Terg) ev zincîre li diuyî qebareyi hatiye rêzkirin, her wesan li duyî zerer û ziyanan jî heman hawkêşe ya diruste.

Têbînî:
– Befir cihekê berfre û seraniserî vedgrît.
– Gijik cihekê berteng û sinurdarkrî vedgrît.
– Curekê terga bi (duyîlik) ya heyi ew jî wek diyardeka fîzîkî çêdibît, lê eve ne cihê ravekirina wê ye.

Comments are closed.