Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 27

Xeleka 27:
Hîvîdarîn em pêkve li van zaravên xwarê binêrîn: 

1- Hêt Hêt kir:
– Qesabî kelexê guştî hêt hêt kir, wate (ran cuda, şepîlk cuda, perasuy cuda…) anku parçêt pîçek mezin û navnicî (newekî êk).

2- Qet Qet kir:
– Me darêt xwe hemî qet qet kirin, wate baraptir parçêt (wekî êk).

3- Pirt Pirt kir:
– Wekî berr, mehfuyir, tatî, kaxez, nan, dibêjn (kaxez pirt pirt kir û havête wêrê) bi me’na (siqet kirin), pirtêt (newek êk).

4- Huyir Huyir kir:
– Wek ber, kevir, şuyşe, nuk, baraptir heku bi tiştekî bêne qutan dibêjn (huyir bu yan huyir huyir bû).

5- Kuyizî:
– Wek sêv, hirmî, gundur, bacan, dibêjn (ka vê sêvê kuyizî kuyizî ke).

6- Kerkir:
– Baraptir mebest pê (nîvî) kirine, wekî dibêjn (nanî kerke) bi me’na (bike dû nîv), (sêvê kerke) dîsan bi me’na (dû nîvêt wek êk).

7- Teqalk:
– Wek xiyar, bacan reşik, kulind, heku parçeka xir û bazney jêve diken dibêjnê (Teqalk).

Têbînî:
– Kelaştin: qurmêt mezin bi (bivir)î dihêne kelaştin
– Qutan: dan û dikak bi (cûnî) dihêne qutan.
– Hêran: genim bi (aş)î dihête hêran û dibîte hevrran.

Comments are closed.