SALAR FINDÎ

Nivîskar û Rojnamevanekî Kurd e

SALAR FINDÎ

– Navê sê qolî (Salar Ebdulkerîm Findî) bernîyase bi (Salar Findî).

– Li sala 1974 an li bajarê Duhokê ji dayik bûye.

– Xwendina xwe ya (Seretayî, Navincî, amadeyî) li Duhokê bi dawî anîye.

– Li sala 1997 an bawernama bekaloryos bi dîrokê ji zanîngeha Duhok stendîye.

– Li sala 2007 an bawernama Masterê di biyavê dîrokê de ji zanîngeha Mistenserîye li Bexda stendîye.

– Li sala 2020 an bawernama diktorayê di biyavê dîrokê de ji zankoya Duhok stendîye.

– Emîndarê civata zankoya Duhok bû.

– Wek mamostayê zanîngehê li kolîjên (Perwerde binyat, pizişkî, pizişkî didan, kargêrî û aborî, peristarî, yasa û ramiyarî) li zaningeha Duhok her wisa li peymangeha teknîkî kargêrî duhok wane gotine.

– Endamê desteya nivîseran bû li kovara (Dicle).

– Endamê Sendîka Rojnamenivîsên Kurdistanê ye.

– Endamê Yekêtîya Rojnamenivîsên Nêvdewletî ye.

– Endamê Sendîka mamostayên zankoyê bû.

– Zimanên Kurdî, Erebî bi başi dizanît, zêdebarî Sarezayî di zimanên Farisî, Turkî, Îngilîzî da jî heye.

Berhemên çapkiri:

– Bizavên simkoyê Şikak, danan, 1998, bi zimanê Kurdî ye.

– Rolê nûnerên Silêmanîyê di civata nûnerên Îraqê de 1945-1958 (دور النواب السليمانية في مجلس النواب العراقي ١٩٤٥-١٩٥٨), danan, bi zimanê Erebî ye

 

Berhemên berhev bo çapê:

– Dîroka Kurdan, danan, bi zimanê Kurdî ye.

– Dîroka Iraqa Hevçerx , danan, bi zimanê Kurdî ye.

– Rolê layengirên parta komonistên Iraqê di bizava rizgarîxwazîya kurdî de 1979-1991 (دور الانصار الشوعيين في الحركة التحررية الكوردية ١٩٧٩-١٩٩١), danan, bi zimanê Erebî ye.

– Mafê çarenivîsê di bizava şêx ubeydûlahê nehrî de 1880 (حق تقرير المصير في حركة الشيخ عبيدالله النهري ١٨٨٠), danan, bi zimanê Erebî ye.