Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 13

Xeleka 13

Di Kurmancîya me da ka çewa behsê (Verêj û Deng û Bar) ê avê dihête kirin.

 

A-  Verêj,  anku (El-Tesrif/التصريف, Discharge)

– Kêmeka avê di kenalî da dibêjnê (Mîsmîsk)eka avê.

– Heke verêja avê buştir lê hat dibêjnê (Deravek)ê avê.

– Heke verêja avê buştir lê hat dibêjinê (Cû). Pitir Bixwîne

Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 12

Xeleka 12

Di Kurmancîya me da ka çewa serederî digel (kum û bir) dihête kirin, ew zarav û idyumêt bikar dihên bi vî rengî ne:

1- Ker: dibêjn (Kerê Pezî) li hindek ciha (celeb) jî bikar dihêt.

2- Revde : dibêjn (Revda Gurka), li hin caran bu (sa) jî bikar dihêt.

3- Revî: dibêjn (Revya Dewara), anku hesp û hêstir û mahîn. Pitir Bixwîne

Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 11

Xeleka 11:

Dîsan vegeryan bu Kurmancîya şêrîn û dewlemendîya wê, navê dengên teyir û tewal û ginawer û terş û kewal û mirovan jêk cuda ne:

1- Bo “Tewal” dibêjn: qeb qeba (Kew)î, wirîç wirîça (çuyçk)ê, kur kura (kutir)ê, qid qida (mirîşk)ê, qudî qudiya (‘eluk)ê. Pitir Bixwîne

Ebdulkerîm Findî di Dîdareka Taybet ya WAAR TV de

Bernamê “Dîdara Rewşenbîrî” ku li Waar tv tê Pêşkeşkirin di xeleka xwe ya vê carê de bo mêvanê Ebdulkerîm Findî û dîdareka taybet pêre kir.

Di vê dîdarê de Ebdulkerîm Findî behis li jiyana xweya edebî û kar û çalakîyên xwe dike, her wisa behis li çendîn tewerên din jî hate kirin.

Pitir Bixwîne

Rênmayên xwandina êvaran li zankoya polîteknîkî ya Duhok di weşanekê de

Di rêzbenda 8 an de ji weşanên zankoya polîteknîkî ya Duhok, rêveberîya perepêdana pirogramên xwandinê, namîlka “Rênmayên xwandina êvaran li zankoya polîteknîkî ya Duhok” ji berhevkirin û pêdaçûna Dr. Izet Findî û Seyid Basim Seyid Muhemed derket.

Pitir Bixwîne

Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 10

Xeleka: 10

Dîsan her girêday babetê me û xelekên çûy, heke em bi huyrî bi rênîne pîta (K) (bi dengê girtî) gelek û gelek di diyalêkta me da pitir û mişetir û gelek tire ji pîta (K) (bi dengê vekrî), lê mixabin heta nihu ne kesê ev babete têkvedaye û destvedaye û deng jê înaye, Pitir Bixwîne

Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 9

Xeleka : 9

Li naverasta salên heştêyan û hêrve, çend babetek li rojname û kovarên Kurdî li ser pîta (û) ê belavebûn ka di zimanê Kurdî da êk (û) yan dû (u) hene, heta kar gehiştîye hindê zimanê Kurdî bi zimanê (wawistanê) navkir, li ser binekuka vê (û) ez dibêjm bivî rengî ye:

Pitir Bixwîne

Rêber û Rênmayên Ezmûnan bo Zankoya Polîteknîkî ya Duhok çapa Diwê Derket

Ji weşanên Zankoya Polîteknikî ya Duhok, çapa diwê ji rêberê bi navê “Rêber û Rênmayên Ezmûnan bo Zankoya Polîteknikî ya Duhok” ji berhevkirina Harîkarê Pirofîsor Dr. Izet Findî û Basim Seyd Muhemed derket.
Rêberê nabirî bi dûr û dirêjî çewanîya encamdan û hejmarkirina nimreyên ezmûnên tîyurî û piraktîkî yên sîstemên werzî û salane diyardike, zêdebarî diyarkirina kar û desthilatên lijnên ezmûnan.

Pitir Bixwîne

Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 8

Xeleka 8 :

Dîsan di Kurmancî ya xweş û şirîn da, heke em li van axiftin û peyvan binêrîn û bizanîn çi peywendî û girêdan digel êk heye (Bijkî, Bijîya, Bijare, Bijale, Hejale) yan ( Hej, Gij, Gij, Gijk, yan Gijlûk) yan (Jujî, Jajî, Jajvebû), hemî di binema û di bineret û di binekukê da li (duxekî anku haletekî) digehine êk, wekî:

Pitir Bixwîne

Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 7

Xeleka: 7

Dîsan Kurmancîya ya xweş û zengîn, eva pirî zarav û peyv û axiftinên şirîn, bê xwey û xwedan û semyan maye, xelik ketîye giyanê wê û jêk jêk kir û hêt hêt kir û kire qerqude û hestî lê veravuyistin û raxirande danga gundi û mêş û mura berdayê.

Pitir Bixwîne