EMÎR FINDÎ

Nivîskar û Rojnamevanekî Kurd e

EMÎR FINDÎ

 

-Di sala 1968an de li bajarê Mosil ji dayik bûye.
– Xwendina xwe ya seretayî û navencî dinêvbera bajarê Mosil û Akrê de bidawî anîye.
– Di sala 1989-1990 an de Peymangeha Hunerên Ciwan li bajarê Mosil bidawî anîye.
– Di sala 1999-2000an de Peymangeha Teknîkî li Hewlêrê (Pişka Rojnamevanî û Ragehandin) bi dawî anîye.
– Di sala 2007-2008 ji Zankoya Sant kilîmints an Birîtanî li Duhokê bawernama Bekeloryos bi Rojnamevanî û Ragehandinê stendîye.
– Ji sala 1991an li warê mîdya û ragehandinêde kar dike.
– Di nêv bera salên 1996-1998an de wek berhevker û pêshkêshkarê bernameyên siyasî û çandî di Gulan TV de li Hewlêra paytext karkirîye.
– Di nêv bera salên 1996-1998an de wek rêveberê nivîsînê li kovara Gulana Erebî ku li Hewlêrê dihat weşandin karkirîye.
– Di nêv bera salên 1999-2004an de wek rêveberê pişka bernamên avakirinê li Kurdistan TV karkirîye.
– Di sala 2001an de li Emana paytexta welatê Urdinê çav bi biryarderê mafên mirovan li Neteweyên Yekbuyi ketîye ji bo axaftin li ser şunwarên nerênî yên rijêma diktatorî li îraqê ku li ser hizir û mejîyê îraqîyan hiştî her wesa rewşa çandî li îraqê.
– Di nêv bera salên 2000-2003an de weke peyamnêrê rojnama Zeman a Lendenî karkirîye.
– Damezrêner û Serokê rêkxirawa Point ya rapirsîn û lêkolînên sitratîjî ye li Kurdistanê (NGO) 2007.
– Bi sedan nivîsên wî di rojname û kovar û Malperên Kurdistanî û Erebî de li welat û derveyi welat belavboyine li dor rewşa sîyasî û demokrtatî û mafên mirovan û gelek biyavên din de hatîne weşandin.

– Niha Rêveberê nivêsîngeha (WAAR TV) ye li Hewlêrê.

– Zimanên Kurdî û Erebî û Ingilîzî dizane.

Berhemên çapkirî:

– Mîr, Danan, 1998, (Bi zimanê Erebî ye)