Erşîfê: Nivêsînên Izet Findî

Rênmayên xwandina êvaran li zankoya polîteknîkî ya Duhok di weşanekê de

Di rêzbenda 8 an de ji weşanên zankoya polîteknîkî ya Duhok, rêveberîya perepêdana pirogramên xwandinê, namîlka “Rênmayên xwandina êvaran li zankoya polîteknîkî ya Duhok” ji berhevkirin û pêdaçûna Dr. Izet Findî û Seyid Basim Seyid Muhemed derket.

Pitir Bixwîne

Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 10

Xeleka: 10

Dîsan her girêday babetê me û xelekên çûy, heke em bi huyrî bi rênîne pîta (K) (bi dengê girtî) gelek û gelek di diyalêkta me da pitir û mişetir û gelek tire ji pîta (K) (bi dengê vekrî), lê mixabin heta nihu ne kesê ev babete têkvedaye û destvedaye û deng jê înaye, Pitir Bixwîne

Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 9

Xeleka : 9

Li naverasta salên heştêyan û hêrve, çend babetek li rojname û kovarên Kurdî li ser pîta (û) ê belavebûn ka di zimanê Kurdî da êk (û) yan dû (u) hene, heta kar gehiştîye hindê zimanê Kurdî bi zimanê (wawistanê) navkir, li ser binekuka vê (û) ez dibêjm bivî rengî ye:

Pitir Bixwîne

Rêber û Rênmayên Ezmûnan bo Zankoya Polîteknîkî ya Duhok çapa Diwê Derket

Ji weşanên Zankoya Polîteknikî ya Duhok, çapa diwê ji rêberê bi navê “Rêber û Rênmayên Ezmûnan bo Zankoya Polîteknikî ya Duhok” ji berhevkirina Harîkarê Pirofîsor Dr. Izet Findî û Basim Seyd Muhemed derket.
Rêberê nabirî bi dûr û dirêjî çewanîya encamdan û hejmarkirina nimreyên ezmûnên tîyurî û piraktîkî yên sîstemên werzî û salane diyardike, zêdebarî diyarkirina kar û desthilatên lijnên ezmûnan.

Pitir Bixwîne

Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 8

Xeleka 8 :

Dîsan di Kurmancî ya xweş û şirîn da, heke em li van axiftin û peyvan binêrîn û bizanîn çi peywendî û girêdan digel êk heye (Bijkî, Bijîya, Bijare, Bijale, Hejale) yan ( Hej, Gij, Gij, Gijk, yan Gijlûk) yan (Jujî, Jajî, Jajvebû), hemî di binema û di bineret û di binekukê da li (duxekî anku haletekî) digehine êk, wekî:

Pitir Bixwîne

Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 7

Xeleka: 7

Dîsan Kurmancîya ya xweş û zengîn, eva pirî zarav û peyv û axiftinên şirîn, bê xwey û xwedan û semyan maye, xelik ketîye giyanê wê û jêk jêk kir û hêt hêt kir û kire qerqude û hestî lê veravuyistin û raxirande danga gundi û mêş û mura berdayê.

Pitir Bixwîne

Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 6

Xeleka: 6
1- Lib: Di Kurmancîya me da peyva (Lib) bi ramana (Êk, kit) dihêt, bu nimûne dê bêjî (libekê) bide min, vêca çi (Mêwîj bît, bahîvek bît, çiklêtek bît) yan her tiştekê kit bît, ramana wê min êk ji wan divêt.
Bi hizra min navê (Dûlib)ê, ku gundeke li rojavayê bajêrê Duhokê ji vê (lib)a me gotî hatîye, çunkî ew (nîv çiyakê) li tenişt gundî da gelîkek yê li nîvê û ew çiyak yê kiriye dû parçe, yan dû qet yan dû pirt. Di Kurmancîya kevin da wek me gotî (dûlib) anku libek li millê rojhelatî û libek li milê rojavay lewan navê gundi bûye (dûlib).

Pitir Bixwîne

Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 5

Xeleka: 5

Pîta () pîteka resen û bingehîne di Kurmanciya me da wekî ( hwîn, hwîr, kwîr, stwîr, dwîr, xwîn,, rwîn, nwî) lê evroke xelkê me (barapitir) mixabin pê lêna û berzekir û windakir û veşart û bin axkir, ew jî bi hizra min çunkî ne me bawerî bi xwe heye, ne bi zimanê xwe heye û ne bi diyalêkta xwe heye, bi carekê bûne (Hîn, Hîr, Sîr, Xîn, Nî, Dîr).

Pitir Bixwîne

Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 4

Xeleka: 4

Dîsan di Kurmanciya me ya xweş û şirîn da em dizanîn: (Gû) ramana (tepe = كرة = Ball) di êt, anku Guwanê = Tepanê = كرة القدم = Football) ev peyva resena (Gû) di Kurmancî da barapitir li pêşiya her peyvekê bihêt, ew tişt yê (xir)e wate (دائري) yan xir û xir wate (كروي), em li van peyvan binêrîn (Gûndur, Gûhîşik, Gûrwêl, Gûzik(1), Gûpal, Gûvend, Giwîzan(2), Gûl(3), Gûstîrk, Gûmbet, Gûlulîk(4), Gûh(5)). Pitir Bixwîne

Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 3

Xeleka: 3

Mixabin ev Kurmanciya xweş û şirîn, roj bi roj dihête têkdan û lawazkirin û her êk bi keyfa xwe û li dû zanîna xwe dinivîsît û di darêjît û siqet û xirap û kelamkutî diket, sed heyf û mixabin evroke li Kurdistane hemî cih û hemî tişt bi xwey û xwedanin tinê zimanê me wek sêwî û êtîman bê xwedane.

Pitir Bixwîne