Archive for Findi Info

Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 6

Xeleka: 6
1- Lib: Di Kurmancîya me da peyva (Lib) bi ramana (Êk, kit) dihêt, bu nimûne dê bêjî (libekê) bide min, vêca çi (Mêwîj bît, bahîvek bît, çiklêtek bît) yan her tiştekê kit bît, ramana wê min êk ji wan divêt.
Bi hizra min navê (Dûlib)ê, ku gundeke li rojavayê bajêrê Duhokê ji vê (lib)a me gotî hatîye, çunkî ew (nîv çiyakê) li tenişt gundî da gelîkek yê li nîvê û ew çiyak yê kiriye dû parçe, yan dû qet yan dû pirt. Di Kurmancîya kevin da wek me gotî (dûlib) anku libek li millê rojhelatî û libek li milê rojavay lewan navê gundi bûye (dûlib).

Pitir Bixwîne

Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 5

Xeleka: 5

Pîta () pîteka resen û bingehîne di Kurmanciya me da wekî ( hwîn, hwîr, kwîr, stwîr, dwîr, xwîn,, rwîn, nwî) lê evroke xelkê me (barapitir) mixabin pê lêna û berzekir û windakir û veşart û bin axkir, ew jî bi hizra min çunkî ne me bawerî bi xwe heye, ne bi zimanê xwe heye û ne bi diyalêkta xwe heye, bi carekê bûne (Hîn, Hîr, Sîr, Xîn, Nî, Dîr).

Pitir Bixwîne

Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 4

Xeleka: 4

Dîsan di Kurmanciya me ya xweş û şirîn da em dizanîn: (Gû) ramana (tepe = كرة = Ball) di êt, anku Guwanê = Tepanê = كرة القدم = Football) ev peyva resena (Gû) di Kurmancî da barapitir li pêşiya her peyvekê bihêt, ew tişt yê (xir)e wate (دائري) yan xir û xir wate (كروي), em li van peyvan binêrîn (Gûndur, Gûhîşik, Gûrwêl, Gûzik(1), Gûpal, Gûvend, Giwîzan(2), Gûl(3), Gûstîrk, Gûmbet, Gûlulîk(4), Gûh(5)). Pitir Bixwîne

Dr. Reşîd Findî Li dûr Rewşenbîrkirina civakî bo Badînan Sat axivî

Dr. Reşîd Findî nivîser û rewşenbîrê kurd li roja sêşembî rêkeftî 17.01.2017 bu mêvanê bernamê “Êvara Badînan” û li dûr rewşenbîrkirina civakî axivî.

Pitir Bixwîne

Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 3

Xeleka: 3

Mixabin ev Kurmanciya xweş û şirîn, roj bi roj dihête têkdan û lawazkirin û her êk bi keyfa xwe û li dû zanîna xwe dinivîsît û di darêjît û siqet û xirap û kelamkutî diket, sed heyf û mixabin evroke li Kurdistane hemî cih û hemî tişt bi xwey û xwedanin tinê zimanê me wek sêwî û êtîman bê xwedane.

Pitir Bixwîne

Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 2

Xeleka: 2

Pil: Em di shêyin li ser vê peyvê hindek pêzanînan bêjîn:

1- Pil: (bi dengê girtî) pileka xwê yan pileka şekirê yan pileka… htd. Ew (çende) ya tu di Shêy li navbera tila (beranî û şehdê) bi hilgirî, anku wek (seng) em dê bêjîn (êk giram).

Pitir Bixwîne

Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 1

 

Xeleka: 1

Geryanek Di nava hindek peyv û zaravan da.

-Peyva (Dest): Di Kurmanciya meda (bi hizra min) peyva dest bu qebare (Volume-حجم) û her wisa bu ((جیل)) jî di hête bi karînan. Em li van nimûnan binêrin:

Pitir Bixwîne

Salih Yosifî di Pertûkeka Dr. Reşîd Findî de

Ji weşanên Dezgehê Sipirêz yê çap û weşanê, pertûkeka 25an a Dr. Reşîd Findî bi navê “Salih Yosifî… Jiyan û Berhem” kete ber destê xwendevanan.

Pertûka Navbirî Jiyan û helbestên siyasetmedarê Kurd bi xwe ve digire, zêdebarî elbûmeka wênên navbirî.

Pitir Bixwîne

Bi hilkefta 118 saliya rojnamevanya Kurdî Hekar Findî bû mêvanê NRT

Li spêdehiya roja 22.04.2016 û bi hilkefta 118 saliya rojnamevanya Kurdî, Rojnamevan û mamostayê zankoyê Hekar Findî bû mêvanê bernamê “Beyanît Baş Kurdistan“ ê Televizyona Naliya (NRT).

Pitir Bixwîne

Dr. Izet Findî (Beyani Baş)

Beyanî Baş
(Kurdistan TV)
Pêşkêşkirin: Dêjîn
Kurdistan TV 2016
Pitir Bixwîne