Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 46

Xeleka 46

Gelek cara hindek şanazîyê diben û dibêjin filan ziman gelekê dewlemende û êk pît jivê peyvê yan axiftinê bi gihure dê bîte ramaneka dî û dê înin û ben û te hêr ken, ka em jî pêkve li van peyvan binêrîn û bi gihurîna êk pît çi l ramanê dihêt û ez dişêm bêjim bi seda peyvêt wek van di zmanê meda hene, lê tinê bo nimûne emê bêjin:

1- şivik: şivka hinarê

2- şimik: şimka wê ya nûy ye.

3- şilik: darek li şilka serê wî da.

4- şuk: şuka masî ya.

5- şak: şaka mêwê .

6- şek: bu pezî dihête gotin (kavrê êk salî, şek di bîte dû salî).

 

Tinê bi gihurrîna pîta (v, m, l, û, a, e) şeş raman jê derketin.

….

1- Bisik: biskêt jinka

2- Bask: baskê cgarê

3- Bistik: bistka nan wergêranê, bistka goştî.

4- Bistîk: bistîka beqlî, bistîka kerfisê.

….

1- Gir: gIrê axê

2- Gir: agir, grek hatê.

3- Gil: ax, gazinde

4- Gu: tepe

5- Ga: gayê cûtî

6- Gij: ser gij, puyirtê qijavij.

7- Giv: giv giva bay.

8- Gix: gix gixa biçuykî.

 

Bi guhurîna êk pît heşt raman daneme.

Lîst geleka dirêje, bila hewe zimanê xo bivêt, şerim neken, pê bi axivin, zimanê me çi ji yêt xelkî kêmtir nîne baş bizanin, pişt rast bin.

Comments are closed.