Xeleka 43:
Dîsan hinde peyiv û axiftinêt beref kêmî û berizebûnê diçin:
1- Berkur: Te nedît çi (Berkur) wî ya şur bûy. (berhefik wekî qelew dibît), hindek di bêjinê (gîpir) jî, bo teyir û tewalî di bêjin (berçêlk).
2- Givêrî: Wekî zik êş bête êkî û ji layekî biçîte layê dî, dê bêjît (givêrî yê bi zikê min di kevin).
3- Firik: Wek bayekî ye êşan û gurc bûn ya digel, dê bêjît (firk) ê yê havêtîye tenşita min.
4- Xirik: Bila bikevîte di (xirik) a xweda, bi ‘erebî (şerhe – شرحة).
5- Xurisî: wekî min dîtî (xurîsî) ya li dilê min da, wate (kirên) ji dilê min hat.
6- Nêk: hindî te dîtiba destê wî bi (nêk) a wî vebû, (tenşit).
7- Mariq: Bêna wî mariq bû, wate bêna wî çû û ne hate ve.
8- Mîzawqî: di bêjin yê (Mîzawqî) bûy, ewê mîza wî nehêt, jber her êşeka hebît.
9- Hewêcî: Pênek li (Hewêcî) yêt wî da, xwe dil lê borand.
10- Riwîtik: di kevîte pişta Hewêcîya (bin zik).