Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 42

Xeleka 42:

Li dûy daxwaza gelek biraderan, ku li xeleka berî vê me hindek peyivên kiwêr û berze belavkirin, vê carê jî emê hindekên dî ji hewe ra rêzbikeyin, lê tişitê ez pêxweş ewe min nevêt van peyiv û axftina bêxime jêr barê ferhengê û bi zimanek dî ravebikem, nexêr min divêt wekî bi kurmancî dihête bi karînan wisan ji hewe ra rave û raman bikem:

1- Gerew: em jî ketîne gerewa wî.

2- Rîp: eve çi rîpe em ketînê.

3- Tûk: tûka le’netê bi kevîte stoyê te erê willah.

4- Şûp: em li şûpa wî çûyîn (eve ji dewsê ferqe).

5- Xwek: xwekêt marî (heku mar leşê xwe çepa di êxîtê).

6- Zax: axeka bê zaxe.

7- Hiskiwî: ji darî dihate çêkirin, tinê bo afka û tirşkê dihate bi kar înan, nihu di bêjinê (çemçe).

8- Azixrû: Mirovekê azixrûye, (ne hecimtî).

9- Xarûre: Xarûra wan jûrda hate xwarê (gêleşûk).

10- Helepe: çî ye tu hu helepe bûy (şepilî).

Comments are closed.