Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 36

Xeleka 36:
Me li xeleka (30)an de nivîsî bû ku pêşgirê (da) di kurmancî da barpitir bo jûrda û beref xwarê di hête bikarînan, berovajî vê çendê heke em li pêşgirê (hil) yan (hel) binêrîn, hemî berew serî yan jêhel di hête bi karanîn, em li van peyiv û zaravan binêrin:
– Hilberask: Hilberaskî darê bû, hilberaskî kevrî bû, wate (bi serkete serî).
– Hilda: Hilda betenê, dehmenêt xwe hildan.
– Hiltiwîtirî: seyê hiltiwîtirî, wate (heku se yan gurg li ser kurî û pêt xwe dirwînin û destêt xwe didene bin sing û kelexê xwe û serê xwe bilind diken).
– Hilkêşa: heku tiştek ji cihekê nizim bu yê bilind dihête bilindkirin, bi werîsî yan her tişitekê dî.
– Hilgirt: bilindkirina tişitekî ji ‘erdî bu bersingê xwe.
– Hilawîst: tiveng hilawîst, wate bi cihekî bilindivekir.
– Hilpisart: tiveng hilpisarte diywarî, wate quntax li ‘erdî û serê wê bilind û bi diywarî ve.
– Hilkolla: ax li cihê xwe kula û beref bilindiyê.
– Hilêvirî: wate ne nixaftî, aniku çu li ser nîne û hilday.
– Hilavêt: berew serî û bilindiyê.
– Hiland: rakir beref bilindiyê.
– Hilîna: ji nav derîna, beref bilindiyê.

Comments are closed.