Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 33

Xeleka 33:

Di Kurmanciya me da ka çewa serederî digel wextî (dem) û dûrîyê hatîyekirin:

1- Dem: Gavekê, CIgarkêşanekê, Bîstekê, Bênekê, Bêneka xweş danekê rojê.

Gavekê: bi çend deqîqekêt kêm dihête hijmarê.

Cigarkêşanekê: Nêzîkî 15- 20 deqîqe.

Bîstekê: dibîte nîv se’etek.

Bênekê: Se’etek kêmtire.

Bêneka xweş: Se’etek pitre.

Danekê rojê: 4 – 5 se’et tê hene.

 

2- Dûrî: Muyekî, Bihustekê, Pêngavekê, Werîsekî, Dû qolaçêt werîsî, Qunaxekê.

Muyekî: bi çend sentîmeka dihête hijmarê, dibêjin (mûyekî wêve here).

Bihustekê: nêzîkî 15- 20 sentîma.

Pêngavekê: nêzîkî 1 metir.

Werîsekî: nêzîkî 8- 10 mitra.

qolaçêt werîsî: Nêzîkî 20 mitra.

Qunaxekê: nêzîkî 30- 40 kîlumetra, dibêjn qunaxa rojekê (bi pî ya yan bi dewara dihête hijmarê).

 

Têbînî: ev peyvên li xwarê dîsan bu demê spêdê heku tarî xu ji ‘erdî berdet û berew runahî diçît û careka dî dibîte şev bikar dihên:

Tarî (tibil çav) → tarî gewirk → Se û gurik → spîtale → elnid → kun sihar → spêdeka zuy → spêde → têştege → nîvru → êvar → hetav zerik → tarî (tibil çav).

Comments are closed.