Dr. Izet Findî li serokatîya zankoya Newroz pêşwazî li serok û endamên civata emîndaran kir.

Li roja çarşembî rêkeftî (4/7/2018)an berêzan ‘Ebdul’ezîz Teyb serokê desteya emîndaran ya zankoyê û Dr.Şêrzad Necar şîretkarê desteyê seredana serokatêya zankoyê kirin û hatine pêşwazîkirin ji alîyê Profîsorê Harîkar Diktur Izet Findî serokê zankoyê. 
Merem ji vê seredanê pîrozbahîkirin bû li p. h. dr. Izet Findî (Ezzat Findi) piştî postê serokê zankoyê wergirtî, her wisa li dûr pilana sala nû ya xandinê û piroseya wergirtina qotabîyan û vekirina pişkên zansitî li zankoyê kombûnek jî encam dan.
Hejî amajepêdanê ye ku eve êkemîn kombûn bû piştî wergirtina postê serokê zankoyê ji alîyê p. h. dr. Izet Findî li rêkeftî 30/6/2018ê hatîye wergirtin.

Nûçe di laperê (Facebook) yê Zankoya Newroz de

Comments are closed.