Dr. Izet Findî bû serokê zankoya Newroz – Duhok

Piştî civata zankoya Newroz li parêzgeha Duhokê li roja şembî rêkeftî (30/6/2018) kombûneka taybet bi merema alugurkirina postê serokê zankoyê girêday, xatirxastin ji serokê berê yê zankoyê hate kirin û li ichê wî berêz pirofîsorê harîkar diktor Izet Findî (Ezzat Findi) bo postê navbirî hate raspardin.

Bi vî hilkeftê pîrozbahîyên xwe li berêz Dr. Izet Findî dikeyn u hîvîxazîn yê serkeftî bît di karê xwe yê n û da.

Hejî amaje pêkirinê ye berî niha berêz Dr. Izet Findî harîkarê serokê zankoya polîteknîkî ya Duhok (DPU) bo karûbarên qotabîyan û kargêrî û darayî bû û her wisa harîkarê serokê zankoya Newroz bû karûbarên kargêrî û darayî bû, zêdebarî çendîn postên dî yên ekadîmî li zankoya Duhok (UoD).

Comments are closed.