Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 30

Xeleka 30:
A- Her girêday babetê xeleka çûy ka çewa me behsê peyva (duyin) kir, ku bi me’na cih û kuga têt wek peyvêt (Kaduyn, Darduyink), her li ser vê hizrê binêre van peyvên xwarê:
– Dana bi me’na tişt (danan), beref jûrda yan xwarê.
– Dada bi me’na ku firuke (dadet) yan teyirek dadet.
– Dang bi me’na (danga) gundî anku alê xwarê.
– Dahêla bi me’na (dahêlana) tiştekî beref xwarê.

Û gelek peyvêt dî wekî (daketin, daçûn, dawîzya, dawerya, daşkand … htd) eve jî hemî bi me’na beref jûrda yan beref xwarê, Ku ev pêşgirê (daye) wek (down) a iniglîzî dibin û binekuk da digehine êk.

B- Vajî: aşkiraye di kurmancî da bo nimûne her tiştekî (vajî) yê xu yê hey wek parçeka (perûk) ê (ber) ê hey û (vajî) yê hey, ku peyva (vajî) hevdijê (ber) ye, bi hizra min rih û rîşalêt vê peyîva vajî û (versa) a iniglîzî vedigerine ser êk binekuk.

C- peyva (pil) û (pîçek) digel peyva (bit) a iniglîzî ku ew jî bi me’na (kêmek) vedigerine ser êk serçawe û jêderekî.

Comments are closed.