Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 29

Xeleka 29:

Hevalan eve nîzîkî mehekê ye jiber vê gêleşuka helbijartinan ev xeleke min rawistandîn, heta ev deng û dure vemiryay û kuta buy em careka dî li van zaravan vegeriyayn: 

A- Em pêkve hizrê di van peyvan da bkeyn:
1- Kaduyin… Cihê (ka) yê, wate (duyin) bi me’na mexizen û kuga.

2- Darduyink… Cihê (dar) hilgirtinê, wate darekê dû çiq dihate çêkirin û di ‘erdî di hate qutan û hindek darêt dî di nav guhêt wî da dihate hilgirtin.
3- Ridîn… Cihê (rîha) hilgirtnê, li vêrê ew ruyê muy lê dihên û dirêj dibin.
4- Duyinde… dibêjin duyindeha filan kesî yan riha filan kesî, wate ji nevîyêt filan kesî.

Bi hizra min peyva (duyin bi me’na mexzen û kuga tiştî û riha êkî dihête hijmarê û di binyat da ev peyve digel peyva (Down) a Iniglîzî êk digrin ku li wêrê wateya (bin) kar dihêt û di kurmancî da wate ya cihê hilgirtinê û binê her tiştekî bikar dihêt.

B- em bi kurmancî dibêjîn:
– Bo te (lê) ye, bo me (lê) hat .
– Heke bo me jî (lê) hat, xudê kerîme.
– Ka tu were ew yê (lê) ye.

Bi hizra min ev peyva (lê) bi me’na (Allowed) a iniglîzî dibin û binkarda êkin û dû digirin ku em dişêyin li gelek ciha bo (mesmuh) û (xêr mismuh) bikarbînîn.

Comments are closed.