Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 28

Xeleka 28:

Zarav û idyomêt taybet bi zarokêt 1 salî heta 2 salî ve, dibêjn:
– Kixe: anku (ne paqij) yan (pîs).
– Buve: bu (tirsandin) ji agrî û tiştê gerim dihête gotin.
– Fukê ’emî ke: anku (xwarinê bixo), hizira min binyatê peyva fukê û food digehte êk.
– Fin: anku (difin).
– Çeç: anku (dest), dibêjn çeçu qutu babu hat.
– Pep: anku (pê), dibêjn: çeçik û pepik xiyar bun, li nav bîstana diyar bun.
– Tûtî ke: anku (ruyine), dibêjn: tûtî ke, gazî kiçkêt xelkî ke ya can çavê wê maçî ke.
– ‘Ekê: bu pîsatiyê biçuykî dête gotin.
– Şuşîke: heku serê biçuykî dête şuyiştin, dibêjin: dê serê wî şuşî kem.
– Elakê: anku (binve).
– Kix kix: heku (deng) ji biçuykî dêt dibêjn yê kix kixê diket.
– Bu livîn û rêveçûna biçuyka dibêjn: li ser (çalepka) yê diçît anku, li ser herdû desta û li ser kûtkêt pêya bi rêve diçît (çalepk = çarlepik = dû dest û dû pê).
– Heku zarok radibîte ji pêrve û di kevît dibêjn: yê rabuye (westîka).
– Li demê nivistinê sitranek bu biçuyka tête gotin dibêjn: la îllahe îla allah, sofya berda duy mela, heta mangêşka fela.
– Sofî sofyêt xodê ne, kaçkêt wa minek tê ne, sofî sofîyêt êtuyitê kaçkêt wa ‘elbek diçîtê, sofî sofyêt memanê.

Navê hindek tiştêt taybet bi zaroka ve:
– ‘Ewuk anku Se
– Be’ê anku Karik
– Pişê anku Pişîk
– Çuyçê anku Çuyiçik, teyirik
– Uşu anku Ker, Dewar

Comments are closed.