Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 26

Xeleka 26:
Ew zarav û idyomêt bu cûtbûna gîyanewera bi kartên bi vî rengî ne:
1- Mahîn ya li (Tellebe). 
2- Çêl ya li (Kele).
3- Pez yê li (Berane).
4- Bizin ya li (Nêrî) ye.
5- Dêhlik ya li (Ba) ye.
6- Pişîk ya bi (Xurêle) yan ya bi (Sibate), anku (Guhnêla wa li sibatê ye).

Eve hemî (Avis) dibin û paşî:
– Mahîn û çêl û pez û bizin û pişîk (dizên) ine:
– Dibêjn dêhlik ya (Terkî).

Têbînî:
– Bu yê (nêr) dibêjn ga yê li (fale) herwesa dibêjn nêrî yê li (fale).
– Mirov (dimrît), ga û pez û bizin (mirar) dibin, bu ker û se û beraza dibêjn (Siktî).
– Ewê liber dewara dibêjnê (Meyter), yê liber pez û bizna dibêjnê (şivan), yê liber çêl û golka dibêjnê (Gavan).

Comments are closed.