Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 25

Xeleka 25
Em li van peyv û idyomêt xwarê binêrîn, ku êk pît û pitir têda dubare dibin, ew jî hemî bi mirovî û leşê mirovî ve girêdayine, wek van nimûnan:
1- Qit Qitik: hefka mirovî, ew cihê deng jê derdikevît, dibêjin (çiye te hu qitqitka min girtî) anku (berhefka min girtî).2- Qidqidank: heku êk destê xu li zikê êkî det yan binkefşêt êkî, dibêjn (qidqidankêt wî vekirin) anku (dengek ji qidqidka wî derdikevît).
3- Qûqlik: heku hestîyê stuyirê ranî ji cihê xu derdikevît, bi ramana (Qû = Gû, Qilk = Qulk = Qul = Kûn) anku (ew guguka serê hestî heku ji wê (Kunka) ji chê xwe derdikevît), lew dibêjn (ranê wî ji quqlikê hate der).
4- Qlî qindan: Heku tu êkî danîye ser stuyê xwe û her pêyekê wî li rexekî şur bibîte xwarê, dibêjin (filan kes dana ser qilî qindanêt xwe) ew jî bi ramana (Qlî= Kilî= Kuluy) û (Qind= Kind= Kund) ku dibîte cihê bilindê kund.
5- Qela Quyçik: ew hestîyê nav milêt mirovî ku bi herdû şepîlka ve girêdayine dibêjinê qelaquyçik, bi taybet li mirovê ze’îf diyar diket.
6- Qer Qemik: bi ramana (ze’îf û lawaz û qurimiçî, xuyil û zik tebqî).
7- Qum Quluz: dibêjin qum quluz bu wêrê, bi ramana (ket) çi li ser piştê û çi li ser tenşitê.
8- Qerqude: req û teq û çerim û hestî, hin caran bi ramana (heykel ‘ezmî – هيكل عظمي) dêt.
9- Baq û Pîq û Belaq: zarav û idyuwmêt ji pişta pêy heta ranê stuyir.

* dîsan dûbare bûna hindek pîtan li van peyvên xwarê wek:
10- Reş reşka çavî, bîbîka çavî, xim ximkêt difinê, nînuk, kirkirk, lam lamk
11- Zêv zêvka piştê: (bi ramana girêka piştê)
12- Xalxalk (endameke di nav leşî da), virivrik (Qelewiya belaqêt pêy yan ya zandikêt destî.
13- Gelaluyişk: (Geruy, dibêjin ezmanê wî ji gelaluyişkê îna der), çiçkêt geruyê.
14- Tirtuq: (ji nişkê ve, dibêjn: me hind dît tirtuq û bi jûr ket).

Comments are closed.