Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 24

Xeleka 24

Heke em li peyvên (Cover) û (Cup) yên ingilîzî binêrîn, wek zimanekê hindu ewrupî dê ser û sîmayê gelek peyvên kurmancî bînîn ku binekuka van peyvan divegerine ser êk ku ev herdû peyve bi ramana (nixaftin, peçinîn, dapuşîn) û (غطاء) ê ‘erebî û peyva (Qepax) bixweve vedigirin, wek:1- Kepen: ji hirîyê dihate çêkirin û wekî (sakuy) şivana didana ser milêt xwe û ji sir û serma û befirê pê dihatine parastin.
2- Kurtek: wek kiras û kurtekêt kurdî, ku jink kurtekî bi ser kirasî da dikene ber xwe.
3- Kurtan: bi sazîyeka taybet bu dewara dihate çêkirin ku pişta dewarî pê dihate parastin, bu (barhilgirtinê).
4- Kavlan: wekî kavllanê şîrî û xencerê ku ev herdû (çeke) dinavda pê dihatine parastin.
5- Kevil: wekî kevlê çêlê û bizinê û marî û htd.
6- Kevlojank: ew jî wekî kevlî, lê bu aduy û mêruy û van curan dibêjnê kevlujank.
7- Kurtane: demê dîwarêt (libin)a dihatine kurtanekirin jiber baran û baruva.
8- Kartun: bi hizira min binwaşêt vê peyvê jî her bu babetê me vedigerin.

Hin caran pîta (Q) û (K) cihê xwe di gihurin, û her bu heman binema vedigerît, wek:
9- Qapût: bu (kapût) vedigerît.
10- Qepax: ew jî bu (kepax) vedigerît.
11- Qepepêç: wekî hindek tişt dihêne lêkdan û pêçan û di cihekî da dihêne hilgirtin, dibêjn (min yêt qepepêç kirîn) anku (kepepêç) kirîn.
12- Kum: bi me’na kulav.
13- Qert: vedigerîte ser binemayê ( kert û kep ) bi ramana (qertê hemala) ku mirov li ser piştê didanin û barî pê hildigirin.

 

Têbînî: bi hizira min peyva (gûre) jî her bu binemayê (kurtek û kert û kum) vedigerît, û ez dibêjim dibît (gûre û kûre û kewer û kever) di êk rêbar ra çuyine, û heta vê dumahiyê (destgurk) jî jê peyda bûy.

Comments are closed.