Dr. Izet Findî di bernamê “Abûr” yê Kurdistan 24 da

Dr. Izet Findî mamostayê zanîngehê pişikdarî xeleka roja (06.11.2017) a bernamê “Abûr” yê Kurdistan 24 TV bû ku taybet bu li dûr giringîya Kurdistanê bo Iraqê.

Dr. Izet Findî di xeleka vê carê a bernamê “Abûr” de behsa giringiya abûrê Kurdistanê kir ka çewa hikumeta Iraqê dixwaze Herêma Kurdistanê ji aliyê abûrî ve lawaz bike.

Ji aliyekê din ve Dr. Izet Findî da diyarkirin ku pêtiviye berî her tiştî ji bo bihêzkirina abûrê xwe em piştbestinê li ser şiyan û ax û kerestên xwe yên navxwey bikin. Her wisa da diyarkirin ku ew dergeh vekirina welatan li hember me abûrê me têk da û tinê çavê me li berhemê biyani ma û ta ku me tev kargehên xwe jî ji kar xisitin, lewra pêtivîye em hizreke dûr û kûr di vê çendê de bikin û binwaşekê abûrî yê bihêz danîn.

Pirofîsorê harîkar Dr. Izet Findî niha harîkarê serokê zanîngeha Newroze li Duhokê, çendîn pertûk û vekolînên zanistî belavkirîne.

Bo dîtina xeleka navbirî ji bernamê “Abûr” malperê Findî vîdiyoya bernamey li jêr xiste ber dest.

Comments are closed.