Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 19

Xeleka 19:
Biraderan eve bu mawê heyivekê ye, wate dû xelekêt zimanî me rawistandin, ji ber vî kawdanê siyasî yê bi serê herêma me da hatî û me got hemî suḧbet ne yêt hemî dema ne, lê piştî ‘ewir verevîn em jî dê li karê xwe yê zimanî vegerîn.

1- Wekî av beref tezî bunê ve diçît, anku (pila germê dadikevît) zarav bi vî rengî dihêne gotin:
– Ava kanîkî… Seqa şikestî… Tezî… Sîqal.
Beruvajî wekî (pila germê bilind dibît) zarav bi vî rengî dihêne gotin:
– Ava kanîkî… Tên şîr… Gerim…Kel… Daxkirî.

2- Wekî ‘erd dihête rastkirin û ḧiluyî kirin, bi van zaravan (pila zivratiyê) dihête binavkirin:
– Tîl… Hiluyî… Zivir… Girr…

3- Wekî dîwarek diderizît li diwî (firehiya derizê) nav lê dihête kirin, bi vî rengî beref firehiyê:
– Tîk… Deriz… Peq… Kelêşit.

Comments are closed.