Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 14

Xeleka 14
Li ser heman babetê me zarav û idyomêt kurmancî, em pêkve li even jêri binêrîn:

1- Nixte û şuyin nixte:
– Heke duniya têk diçit û tarî dibît û ‘ewir xo lêk di den dibêjin (nişanêt nixtê ne).
– Heke bu tengavî û baran barî dibêjin (Nixteye).
– Heke duniya vebû û ‘ewir Verevîn û ‘Erd ter û telîs bû dibêjin (Şuyin Nixteye).

2- (Ba) li duy lezatî û xweşiya wî bi vî rengî dihête binavkirin:
– Heke lezatîya bay ya kêm bît dibejin (Bayekê rehet) yê dihêt.
– Heke lezatîya wî pitir lêhat dibêjin (Ba) yê dihêt.
– Heke lezatîya wî pitir lêhat dibêjin (Hure ba).
– Heke lezatîya wî pitir lêhat dibêjin (Hur).
– Babelîsk: heke ba lêk dizivrît û bi rengekê stutinî bilind dibît û gelek tuzê û tişta digel xwe radiket dibêjinê (Babelîsk)

• (Ba) li duy pila germê dihête binvkirin:
Bayê huyin yan (Bahîng)
– Bayê tezî.
– Bakuyizk (barapitir rojêt befrîn dihêt)

• (Ba) li duy dengî dihête binavkirin
– Dibêjin vîzêna bay, wişêna bay, gvîna bay.

3- (Baran) li duy mezinî û biçuykîya çipka baranê dihêne binavkirin:
– Heke çipka baranê ya huyir bît dibejinê (baraneka huyir) ya dihêt.
– Heke cîpka wê ya mezin bît dibêjinê (Barana bi Şipî)

Têbînî: Ev herdû curêt baranê devereka mezin û seranserî vedgirin.

– Tevî yan (Teviyeka baranê) devereka biçuyik û destnişankirî vedgirît û lezatîya çipkê ya bi hêle, li hindek cihan dibêjinê (Rêjî)yeka baranê.
– Sala bi Rêjî: heke di sale da gelek baran hatin dibêjin (Saleka bi rêjî) bû.
– Hindek curêt dî yêt baranê heyin wekî (Barana Gurgî) û (Barana Hacîlok)

Comments are closed.