Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 12

Xeleka 12

Di Kurmancîya me da ka çewa serederî digel (kum û bir) dihête kirin, ew zarav û idyumêt bikar dihên bi vî rengî ne:

1- Ker: dibêjn (Kerê Pezî) li hindek ciha (celeb) jî bikar dihêt.

2- Revde : dibêjn (Revda Gurka), li hin caran bu (sa) jî bikar dihêt.

3- Revî: dibêjn (Revya Dewara), anku hesp û hêstir û mahîn.

4- Ref: dibêjn (Refa Teyra), wekî qaz û qolnig û qumrî û baz û şehwan û …

5- Bir: dibêjn (Breka Mirîşka) wekî dîkil û mirîşk û werdeka.

 

Bu mirovan jî bi vî rengî ye:

6- Kom: dibêjn (Komeka Mirovan), çi (zellam, jin, zarok).

7- Bir: ew jî wekî jimare 6 bu her sê cuyna bikar dihêt.

8- Qûl: dibêjn (Qulekê Zellama) eve taybet bu zellama bikar dihêt.

 

Têbînî: Mixabin me hemya evroke ev gotin û zarav û idyume yê jibîrkirîn û bin ger û bin av û bin pê kirîn û kul û mil me peyva (Girop) ya girtî û dana ye ser kiluvanka serê xu.

Comments are closed.