Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 8

Xeleka 8 :

Dîsan di Kurmancî ya xweş û şirîn da, heke em li van axiftin û peyvan binêrîn û bizanîn çi peywendî û girêdan digel êk heye (Bijkî, Bijîya, Bijare, Bijale, Hejale) yan ( Hej, Gij, Gij, Gijk, yan Gijlûk) yan (Jujî, Jajî, Jajvebû), hemî di binema û di bineret û di binekukê da li (duxekî anku haletekî) digehine êk, wekî:

1- Bijkî: Gumtilê axê bijkî… anku pirt pirt bû û hiwîr hiwîr bû, bû dindikêt wekî êk, êk tuxim, êk madde.

2- Bjîyay: Girara bjîyay… anku dindik dindik, êk tuxim, êk madde.

3- Bijare: Mêwîja bijare… hemî wekî êk, êk tuxim, êk dest, êk madde.

4- Bijale: Mirov bijale bûn… anku jêk duyir ketin anku berbûne wara, êk tuxim, wekî êk.

5- Hej: Tayekê darê çiqêt wî wekî êk ji layê reng û dest û stwiyratiyê ve.

6- Gij: Ser gij (Qij) gijavij yan qijavij, muyêt wekî îk, puyirtê ne şekrî, êk babet êk tuxim êk madde.

7- Gijk: Yan gijlûk dindikêt wekî êk, êk babet, êk tuxim, êk madde.

8- Jujî: Stirîyêt wî tîj, rawestay req, anku jê jê (dav dav) wekî êk, êk babet, êk tuxim, êk madde.

9- Jajî: Dîsan dindikêt jêkvebuy wekî êk, êk babet, êk tuxim.

10- Jajvebû: wekî dinya ‘ewir û tarî û baran û tengavî, piştî pîçekê dinya rûn bibît û ‘ewr tenk bibin û jêkve bibin, dibêjn dinya jajvebû.

 

Hîvîdarim hizir di vî babetî da bihête kirin û rulê pîta (J) û berî wê û piştî wê di zimanê Kurdî bihête rûnkirin, herwesan bu xandina vî babetî hezdikem hiwîn li xeleka 4 ya berî vê çendê binêrin.

Comments are closed.