Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 10

Xeleka: 10

Dîsan her girêday babetê me û xelekên çûy, heke em bi huyrî bi rênîne pîta (K) (bi dengê girtî) gelek û gelek di diyalêkta me da pitir û mişetir û gelek tire ji pîta (K) (bi dengê vekrî), lê mixabin heta nihu ne kesê ev babete têkvedaye û destvedaye û deng jê înaye,

ez berpirisim ji axiftna xwe ku her pîteka (K) bi (dengê vekirî) pênc pîtêt dî bi dengê girtî beramberî wê yêt heyin, lê hêma bu dengê (K)a vekrî yê hey û bu pîta (K) bi dengê girtî nîne, bu nimûne (Kew, Kirim, Kul, Kulî, Kêrat, Kevin, Kanî, Kend, Kud, Ka (tibin- تبن), Kelem, Ker (Qit’e- قطعة), Kulîlk, Kullan (Zuqaq-زقاق), Kiwar (Mexzen hibub-مخزن حبوب), Kûn (xîme-خيمه‌), Kinêr, Kevut, Kêm (Qelîl-قليل), Kêzim, Karî, Kulind, Kate, şak, Kutir, Kel (qil’e), Kevir, Kûre, Keşk, Kilîl, Kutan, Kepî, Kûp(qme), Kelek, Kivan) eve hemî bi (dengê girtî) ne, lê pîta (K) bi (dengê vekrî) wekî (Kêz, Ker (min al-heyîwanat-من الحيوانات), Kel (har), Kirêt, Kaşu, Kuysele, Kulan (hfir-حفر), Kesk, Kiras) gelek kîmtire beramberî (K)a dengê girtî, lew ez daxazê dikem çareyek bu vê pîta (K) ya bi dengê girtî bihête dîtin, çunkî pîteka bingehîn û xwesere di zimanê me da.

Û her li ser wê hizirê carekê biraderekê nivîser gote min: ez dibêjm pîta (K) bi dengê girtî ya kême, min berisva wî bi vê rista xwarê da: di dank (feydiyê *) da cihekê hey dibêjnê (Kendêt Kanî Kûtkê !!!)

 

 

______________________

 * Ciheke dikevîte başûrê Duhokê.

Comments are closed.