Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 5

Xeleka: 5

Pîta () pîteka resen û bingehîne di Kurmanciya me da wekî ( hwîn, hwîr, kwîr, stwîr, dwîr, xwîn,, rwîn, nwî) lê evroke xelkê me (barapitir) mixabin pê lêna û berzekir û windakir û veşart û bin axkir, ew jî bi hizra min çunkî ne me bawerî bi xwe heye, ne bi zimanê xwe heye û ne bi diyalêkta xwe heye, bi carekê bûne (Hîn, Hîr, Sîr, Xîn, Nî, Dîr).

ji vê xiraptir û kimbaxtir û wêrantir vê rênivîsa siqet û leng û lawaz dikene pêşgir bo hindek nav û zarav û saloxetên dî, tu birênê çi kire gêre û gêlma gavanî dê were serekî ji vê penga alizî hilke wekî (Hîrdîtin, Nîgul, Nîpêl, Xîndar).

Her bu nimûne peyva (Rwîs) û (rîs) û peyva (swîr) û (Sîr) erd û esmanan jêk cuda ne, (rwîs = عاري, rîs = صوف) (swîr = مالح, sir = ثوم).

Me heyif û mixabin dîsa dibêjim Kurmancî ya xweş û şirîn ya ketiye destê nezana.

Comments are closed.