Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 3

Xeleka: 3

Mixabin ev Kurmanciya xweş û şirîn, roj bi roj dihête têkdan û lawazkirin û her êk bi keyfa xwe û li dû zanîna xwe dinivîsît û di darêjît û siqet û xirap û kelamkutî diket, sed heyf û mixabin evroke li Kurdistane hemî cih û hemî tişt bi xwey û xwedanin tinê zimanê me wek sêwî û êtîman bê xwedane.

Nimûne em li van peyvan binêrîn:

Milletê me di bêjît taxê jêrî û taxê jûrî, lê aşikira li ser tabloyên Duhokê dihête nivesîn (Malta xarê) û Malta serî), ew bi xwe (xwarê) ye ne (xarê) ye û dirost (jêrî)ye wate ev riste ji xeletiyan tiloveye, çunkî milletê me dibêjît (jêrî) û (jûrî) û (pêhel) û (pêda) û (li jûrîya gundî) û (li danga gundî) û (li perê gundî), bes bo kê bêjî û bo kê vegêrî zimanê me herimand, şemirand, gevizand, tewizand, di ber piyaveda û kire cendek û tezand.

Comments are closed.