Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 2

Xeleka: 2

Pil: Em di shêyin li ser vê peyvê hindek pêzanînan bêjîn:

1- Pil: (bi dengê girtî) pileka xwê yan pileka şekirê yan pileka… htd. Ew (çende) ya tu di Shêy li navbera tila (beranî û şehdê) bi hilgirî, anku wek (seng) em dê bêjîn (êk giram).

2- Çeng: ew (çende) ku bi êk dest çendeka xwê yan şekirê bi hilgirî dibêjinê (çengeg).

3- Mist: ew (çende) ku bi dû çenga tijî xwê yan şekirê rakey anku li pê sengê tiştî.

Pil < Çeng < Mist

Bi ramaneka dî (Pil) ew livîne ya di navbera tila beranî û êk ji tilêt destî derdikevît wekî; tu (pilekê) li (teberekê) bi dey û girêl bibît û biçît, li ser vê çendê mezina ya gotî “Kes bi pilekê naçîte serê milekê”.

Comments are closed.