Ciyolocî, Ax, Rûwek, Seqayê parêzgeha Duhokê, di pirtûkeke Dr. Izet Findî de

Ji weşanên rêveberiya çap û belavkirinê – Duhok, pertûkeke taybet bi parêzgeha Duhokê ve di alîyên ciyolocî û seqayi ve bi navee (ciyolocî û ax û rûwek û seqayê parêzgeha Duhokê- Herêma kurdistana Iraqê) derket.

Pertûka han , ji nivîs û vekolinên zansitî yên (Dr, Izet Findî, Dr. Cemal doskî, Dr, Muhemed Elî, Dr, Selîm Şehbaz, Ebdulstar Hacî) pêk tê.

Dr, Izet Findî ev vekolîne ji zimanên biyanî wergerandine ser zimanê Kurdî û weke pertûk berhevkiriye û pêşkêşî xwendevanê Kurdî kiriye.

Hejî gotinê ye ku piraniya pêzanînên divê pertûkê de hatîne diyarkirin bo cara yekemin ji aliyê zanistî ve tê pêş çav û diyarkirin, her wek di pêşgotina pertûkê de jî ev yeke hatîye diyarkirin.

Dîsan Dr. Izet Findî diyar dike ku merem ji berhevkirina pertûka han bi zimanê Kurdî ew bûye ku êdî xwendevanê Kurdî ji pêzanîn û jêderên zanistî bê bar nebe û pertûkxaneya Kurdî hêdî hêdî bê pirkirin ji jêderên zanistî bi zimanê Kurdî û taybetî Kurmancî.

Pertûk bi 119 laperên navincî li çapxana parêzgeha Duhokê – Duhok, 2014 çapbûye.

Bo barkirin û xwendina Pertûkê li vir bitikîne

Comments are closed.