Pîrozîname ji bo PDK-s

Bi hilkefta Damezrandina Partî Demokratî Kurdistan – Suriya, Ebdulekrîm Findî nameka Pîrozbahîyê ji birêz Mehemed Ismail sekreterê mekteba siyasî ya partî re shand, li jêr deqê têkista nameya pîrozbahîyê û bersiva nameyê bixwîne.

Bira û mamoste Mihemed Ismail
Bi hilkefta damezrandina PDK-s û wergirtina postê nû di nêv rêzên vê partê te, gerimtirîn silav û pîrozbahiyên xwe araste te û hevalên partê dikim. Ez pir bi hêvî me ku hûn bigiştî û bi taybetî tu yê bikarî xebat û roleke sereke û baş bigêrî di nêv rêzên partê de, her wisa ji bo xizmeta Kurdistanê bi giştî û bi taybetî Rojavayê Kurdistanê.
Bi hêvîya wê rojê ku milletê me li Rojavayê Kurdistanê bi mafên xwe yên rewa şad bibe.
Careke din rêz û pîrozîyên min werbigire.

Birayê te
Ebdulkerîm Findî
Duhok 14.04.2014

Bersiva pîrozînameyê

Silav û rêz
Binavê xwe û malbata xwe û Partî Demuqratî Kurdistan -Surya supasiyek gerim arastey we dikim, min silav û hurmetên bi giştî ji bo malbata we ya bi rumet hene, bi taybetî mamosta û birayê hêja Ebdulkerîm Findî supas dikim ew nama giran buha. Her dimîne birakî ezîz û malbatek xwe ragir û piştevan ji bo kurd û Kurdistan.

Birayê we
Mehemmed Ismail
16.04.2014

Comments are closed.