Pêzanîn li ser Findî Font

Ev Font di Girupa Findî Font de hene:
– (70) Fontên Kurdî- Pîtên Qoranê,
– (70) Fontên Erebî,
– (35) Fontên Kurdî – Latînî- Pîtên Ingilîzî,

Çima Fontên Kurdî û Erebî
Fontên Kurdî- Pîtên Qoranê, zêdebarî fontên weke wan ku tev Pîtên Erebî (alfabeya Erebî) bi xwe ve digire, hatîne berhevkirin ji bo wê yekê ye demê kesek têkisteke Kurdî binvîse û peyvek pîteke weke (ط – ظ – ث – ذ- ض) bi xwe ve bigire … da ku bêy wî fontê Kurdî yê wî jê hezkirî wê peyvê jî pê binvîse, ne weke gelek fontên din yên ku niha hene ji bo nivîsandina wan peyvan bi neçarî ve bikarhêner fonteke din ji bo nivîsandina wê peyvê bikar tîne … ew jî dibe sedema wê yekê ku ew riste xweşik dernekeve ji alîyê nexşekêşanê û ciwanîyê.

* Fontên Kurdî, weha hatîne binavkirin (Findi_K_Kehi)
* Fontên Erebî, weha hatîne binavkirin (Findi_A_Kehi)

Çima Fontên Kurdî – Latînî
Ji ber hijmara herî kêm ya fontên Kurdî –Latînî li cem me ku gelek kêmtir peyda dibin ji yên pîtên Qoranê … zêdebarî wê yekê ku bikarhenerên van pîtan zêde dibin û pewîstîya wan bi van pîtan heye, yan jî her kesek keybordeke welatekî bikartîne, me xwest li ser keyborda Ingilîzî ku keybordek cîhanî û berbelave van fontan dirostbikeyîn û danîn ber destê bikarhênerê van pîtan.

* Fonten Kurdî-Latînî, weha hatîne binavkirin ( Findi_L_Hekari)

Li ser kijan keybordê kardiken…
* Fontên Kurdî û Fontên Erebi:
li ser keyborda Erebî “Arabic” kardiken… ji bo nivîsandinê bi fontên Kurdî di şûna hin pîtên vî keybordê me hin pîtên Kurdî danayine, ew jî bi vî rengî:
– Pîta (گ) di cîyê pîta (ط) de ye.
– Pîta (پ) di cîyê pîta (ث) de ye.
– Pîta (چ) di cîyê pîta (ض) de ye.
– Pîta (ڨ) di cîyê pîta (ظ) de ye.
– Pîta (ژ) di cîyê pîta (ذ) de ye.
– Pîta (ﯙ) di cîyê pîta (ﺅ) de ye.
– ji bo nivîsandina nîshana (v) li ser pîta ,
anku nivîsandina pîta (ێ) (shift + q) lêde, (ڵ) (shift + w) lêde.
– ji bo nivîsandina nîshana (v) li bin pîta ,
anku nivîsandina pîta (ڕ) (shift + a) lêde, (ﻝ) (shift + s) lêde.

keybor-kurd-k-e

keybor-kurd-k-e-sh

* Fontên Kurdî latînî:
Fontên Kurdî Latînî, li ser keyborda Ingilîzî “English” kardikin , ji bo nivîsandina pîtên Kurdî, di şûna hin nîşanên ku divê keybordê de ne me pîtên Kurdî danayine şûna wan, ew jî bi vî rengî:
– Pîta (Ç) di cîyê nîşana (`) da ye.
– Pîta (Ş) di cîyê nîşana (’) da ye.
– Pîta (Ê) di cîyê nîşana (;) da ye.
– Pîta (Û) di cîyê nîşana (]) da ye.
– Pîta (Î) di cîyê nîşana ( [) da ye.

keybord-kurdi-la

Fontên di pirojeyê de…
Ev fontên niha li ber destê we û hin fontên din bi vêrjina (Unicode) wê di paşerojê de bikevin ber destê we …..

Arîshe û têkelî…
Ji bo dîtin û derketina her arîşeyekê , hêvîdarîn ku me bi zûtirîn dem agedar biken da wê arîşê çarebikeyin, li ser vê emailê bi mere bikevin têkelîyê (hekarfindi@yahoo.com).. Ji niha ve supas.

Comments are closed.