Têkista Bernamê Baxî Kitêb

Baxî Kitêb
(Kurd Sat)

Berhevkirin: Saman Selam

Muzîk: E.C.Segirme

Kamêra: Emced Mihemed

Jenîn: Giropî Muzîkî Kilasîkî Bexda

Montaj: Kurdo Ehmed

Kurd Sat 2008

Tebînî û Rûnkirin:

– di bernameyê de deng û rengê Berhevkerê Bernamey tune, tinê mêvanê bernamê di axive, anku tinê deng û rengê wî têne diitin û guhdarkirin, evca nivîsa li jêr têkista gotinên nivîskar û rewşenbîrê kurd (Ebdulkerîm Findî) ye.

– (Peyv Rûnkirin) Ew peyvên bi rengê şîn û xwar di nav du kivanan da, ew rûnkirinên malperê ne, anku ji alîyê Findi.info ve hatîne nivîsandin.

(Pişka 1)

Ebdulkerîm Findî Yehya me, ji dayik bûyê sala 1946ê me , min pişka zimanê ingilîzîi li zankoya Mîsîl ya xilas kirî (bi dawî anîye) , sala 1974ê (1973-1974) ê, ezê bûyime mamsota, û rêveberê Sîna’a Duhokê (Amadeya Pîşesazîya Duhokê) heta 1991ê , 1992 ezê bûyime rêveberê giştî li wezareta rewşnebîrî, li pişka rewşenbîrî, li rêveberîya giştî ya rewşenbîrî, ez li rêveberê giştî yê wêrê bûm (Rêveberê Giştî yê Rewşnebîrî û Hunerî li Herêma Kurdistanê), paş li sala 2000ê, ezê bûyime rêveberê giştî yê ragehandinê (Rêveberîya Giştî ragehandinê li Herêma Hurdistanê), heta 2003ê, ez nisax bûm (nexweş ketim), ezê hatîme mal bes hêj midîr amim (rêveberê giştî me) li Wezareta Rewşenbîrî.

Min kitêb (pertûk), yêt kirîn sala 1958ê, minê dest bi kirîna kitêba kirî, êkemîn kitêb jî min kirî, kitêbek bû li ser “Hilif Bexdad” bû, anku ewêt naîbêt (nûner) îraqî behskirî, kelaîmatêt (Peyv û gotar) wan yan ewêt wan behiskirîn.. li ser “Hilif Bexdad” bû, bîra min ştî (wekî) vêgavê têt mina ya hey ew kitêb jî, bes ya kevne ez nizanim li kîrêye. Ya têda kelîma (Peyva) Izzedîn El-Mula ya têda yê Hevlêrî ya diwê kitêbê da, û piştî hîngî min kitêb kirîn.

Hîngî kitêbêt Kurdî di kêm bûn. Sala 1958ê wextê şoreşa 58ê çêbûy ya Ebdulkerîm Qasim , mocela (Kovara) Hîwa û kovara Rûnahî ya Haviz Qazî hate Duhokê min ew jî dikirîn , min Runahî jî hebû ya hey bes ya berze bûy ya cûyi, heke min hemî hijmarên wê 12-13 jimare ne min hebûn .

Û min dest bi kitêb kirînê kir Vêca em ji Duhokê di çûyine Mîsil di çûyine Bexda hindî salên 1960ê bûn em di çûyine Mîsil, piştî 1960a em çûyine Bexda çûyine Silemanîyê çûyine Hevlêrê me kitêb dikirîn, û heta vê dumahîkê ez çûyime Tehran çûyime Şamê Dîmeşqê van erda jî min kitêb yêt lê kirîn.

Kitêb kirîn tiştekê gelek giringe di jiyana mirovî da, weku xwînê ye li leşê mirovî, leşê mirovî ka çewane aha wisa ne kitêb kirîn.

Min axlebe (Piranî) kitêbêt mêjoyê yêt kirîn tarîxê û kitêbêt edebî di kirîn, zêdebarî ez derçûyê zimanê ingilîzîme, min hindek kitêbêt menhecî (Peyrewî) yêt min li kolîyê dixwandin yêt ingilîzî jî min yêt heyin.

Min kitebêt Latînî yêt heyin , kitebêt Sulavî bi Kurtdî, anku bes herfêt Sulavî, kitebêt Erebî û Kurdî û kitebêt Ingilîzî min yêt heyin, min hindek kitêbêt heyin Ingilîzî ne yêt Kurdî ne li ser Kurdanin.

Eve kitêbêt tarîxê ne, eve hemî…. eve, û qoraanin , qoamosin û eve hemî qamosin eve jî qoranin… eve jî kitêbêt tarîxêne yêt bi ezimanê Erebî hatîne nivêsîn, eve hindek mizekeratêt (Bîrewerî û bîrhatin) kesane yêt nûnera ne (Perlemanter) , yêt wezîra, yêt mirovêt siyasî yêt îraqî .. eve pitir edebe… eve pitir ewin yên Kurdî .. aha eve, eve hemî yêt kurmancî ne, eve kurmancî ne, her sê derîke.. û eve jî , eve ingilîzîne, eve ingilîzîne, eve sê derîkinyêt ingilîzîne. eve jî di kurmancî ne .. eve yêt edebîne yêt biraderêt Duhokê nivêsîn û Hevlêrê nivêsîn yêt kurmancîya me ne … eve jî yêt edebîne yêt ereban nivêsîn îraqîya û edebe yêt edeb nivêsîn .

Ê… mocele û cerîde (Kovar û rojname) , yêt li silal ne li vêrê ne çû ji wan li vêre nînin …. Bes kovara “Nûserî Kurd” nebît … ya salêt 1970ê, Nûserî Kurd aha eve ne. Eve hindek Nûserî Kurdin yêt salêt heftê (1970)ê.

Min kitêba, ez li dûv çim û herdem li dev min “Mem û Zîn”a Xanîye weku edeb û weku tarîx kitêba “Xolaset Kurd û Kurdistan” e, ya Emîn Zekî, kitêbeke zanistîye û sala 1930ya ya nivêsî. Kitêbeka cami’e (heme layene) bo tarîxa Kurdî hemîyê . ew kitêb ez yê daxbarim pê.

Eve destnivêse ya Xanîye eve berî “Mem û Zîn”ê ye, berî 3360-70 sala, eve behsê biçîka diket zaroya kanê çewa dê bi xodan ken û dê çewa perwerde ken behsê hindê diketin, eve berhemê Xanî yê êkê ye , eve li mizgefteka Duhokê bi dest min ket… eve destnivêse ya hatîye çapkirin jî. Bes eve destnivêse , bi dest min ket.

(Pişka 2)

Kitêbxana min, axlebe nabêjime te hemî , bes axlebe seda 90 min yêt xwandîn hemî, yêt dîtir min yêt tesefuhkirîn min yêt destvedayîn, yêt min ne xwenadîn jî. Hindî yêt erebî ne min axlebe yêt xwandîn yêt Kurdî jî hindek nebin kêm min yêt hêlayîn ne xwandîn…….Yêt Ingilîzî jî yêt menhecî bûn ewbûn yêt me li kolîyê xwandîn , min hemî yêt xwandîn. Vêca hindek jê meselen (nimûne) tu da babetekî jê xwînî, hindek kitêba babetekî, da zanî ser çîye da hêlî da piştî hîngê da hêlî .. an jî kitêbêt biradera bûn yêt dane min diyarî çi yêt Duhokê bin çi yêt Hevlêrê û Silêmanîyê bin, yêt Kerkîkê bin, yêt Bexda bin, Kurd bin. Min jê werdigirtin diyarîya wan qebîl dikir û min hindek jê dixwandind û ya dîtr jî min efkarêt (hizirên) wan dizanîn , heke min zanîba çi tiştê wisa têda nîne, çi tiştê nî têda nîne min tesefih dikir û min di hêla min wisa yêt xwandîn.

Min axleb kitêbêt Kurdî yêt heyin, axleb kitêbêt Kurdî. Kitêbêt Erebî eve kitêbeka nadire (Kême) ..”Delîl îraq” ya nadire, tarîxa îraqê ye . sala 1936ê ya çap buy mina hey eve .. behsê iraqê lîwa lîwa diket, mihafeze mihafeze .. pîçekê behis diket, tarîxe, cografîye, şexsîyatin, tiştêt wê ne kanê çi medrese (Xwandingeh) lê hene çi îlim lê heye çi zanîn lê heye hemîya behis diket.. bes ya muxtesere (bi kurtî).

“Xolaset Tarîx Kurd û Kurdistane” çapa êkê ye sala 1936ê yaa çapbûy sala 31 ya danayi, eve evê xerîta (Nexşê) Kurdiatnê jî ya têda hey çapên piştî nihe piştî hîngî xerîta Kurd û Kurdiatnê têda nîne ya Kurdistanê…. Aha eve xerîta Kurdistanê ya têda heyî.

Be tesewirî min be nisbeyî Kurd “Tarîx Kurd û Kurdistan” bixwînin “Xolaset Tarîx Kurd û Kurdistan” bixwînît zerorîye hemû kesek, ê eweyî îraqî bîtin Ereb bîtin Kurd bîtin “Tarîxî El-îraq” bixwînît, tarîxî îraq hemû tiştek ezanît û eweyî Kurd bît “Xolaset Tarîx Kurd û Kurdistan” bixwînît.

Hezim kird “Xolaset Tarîx Kurd û Kurdistan” î min bît.

Zorbeyî kîtabî Kurdî atîfeyî minî colandîye (Livandîye) zorbeyî nek yêk bes zorbeyî. 1991 mektebeyî min hindek jê lê dozra …ke ême çûyine Turkîya min sê gonî sê ferde kitêb legel xoyî bird… min le malî xom tişt nebird hîç tiştekim nebird hemû be cêm hişt sê ferde sê gonî kitêbim bird, birdime şêladizê û çûyine hidodî (Sinûr) Turkîya… ew gerandimewe ew kitêb… hindek mektebem mabo le Duhok hindek kitêb fewtan le wan , ne hemûyan hindek hindek fewtan.

“Tarîx Wîzarat El-îraqîye” eve kitêbeka başe .. û min hemî yêt xwandîn .. 10 cizin (Berg-Pişk).. kitêbeka başe bes êste be daxwewe êsta qari nemaye xwîner nemawe xwîner kembûye …

Bo eweyî kitêb hebîtin ewe kitêb bixwinîtin min hez ekem, xelik carekîtir be peroşewe kitêb bixwînît, kitêb xwîndin ne tiştekî asane, tiştekê giringe bo însan kitêb bixwînîtin başe xirab nîye.

Min ewil (Yekem) kitêba çapkirî…”Dîwana Bekir Begê Erizî” bû, dîwana şi’rîye ya şa’îrekî ye, yê Kevin. Sala 173… (Hizar û Hefsed û ) tiştekê yê ji dayik bûyî , min dîwaneka wî ya çapkirî, çî şi’rêt wî di ber dest nebûn, nivêsî nebûn min hemî yê ji xelkî wergirtîn, min yêt muqarene (berawird) kirîn di gel êk û dû mina çappkirî, sala 1984ê.

Ya piştî hîngî min “Meyro”, Ya Mihemed Emîn Bozerselane ev nivîserê Kurdê Turkî. Kurdê Turkî ye… “Meyro “ komeka çîroka ne mina ji herfên latînî wergêraye herfêt em di nivêsîn li Kurdistana îrqê.

Piştî hingê min “Gulçin”, ya Ordîxanê Celil min ya ji herfêt Sulavî wergêrayi, mina kirîye herfêt em dinivêsîn li îrqqê herfêt Erebî bila bîtin û mina çapkirî.

Min “Hozêt Kurd”, ye’nî Eşayîrêt Kurdî, ya “C î R” e bi Ingilîzî, behsê di ser wîlayeta Mîsilê da. Yenî behsê hindek ji menteqa (devera) Berwarîya û Sindîya û Zaxo û Cizîrê û wan erdan diketin sala 1919ê ya çêkirî, bi Ingilîzî mina wergêrayî û ya çapkirî.

Kitêbeka dî tirê li ser tarîxa partî ye Partî Dîmokartî Kurdisdtan (Partî li ser Demê Mişextbûna Barzanî) mina çapkirî eve teilîfa mine.

(Barzanî xwe nade dest kesê) mina bi latînî çapkirî, eve rehmetî Şewket Şêx Yezdîn ji Farisî kire Kurdî, min kire herfêt latînî û mina çapkirî. Li ser Barzanîye ka çewa li îranê bû li Mihabadê bû.

Ya dî “Fîstîvala Xanî” li Duhokê , sala 1995ê ev fîstîvale çi têda hatîye gotin çi têda xwandîye şaira min hemî yêt têda komkirîn û çapkirî.

Comments are closed.