Ebdulkerîm Findî hate xelatkirin

Bi hilkefta 115 saliya rojnamegeriya Kurdî, liqê Duhok yê Sendîka Rojnamevanên Kurdistanê li roja 23.04.2013an bi çend çalakîyan ev bîrewerîye bi bîranî.

Di vê rojê de (Ebdulkerim Findi) wek Damezrenerê Sendika Rojnamevanên Kurdisrtanê bi xelata Zêrin ya sendikayê hate xelatkirin.

Her wesa destekên pêshin yên birêveberên liqê duhok ew jî hatin xelatkitin. Zêdebarî nîşandana filmekê dukyumentî li dor damezrandina sendîkayê û liqê duhok yê sendîkayê.

di aliyekê din de di heman rêwresman de çapa diwê ji pertûkeka Hekar Findî a navê “Rêberê Dezgehên Ragehandinê li Parêzgeha Duhokê” her wesa êkem hijmara kovara (Rounahi) ku ew jî ji aliyê Hekar Findî ve hatibû berhevkirin li ser berhevbûyan hatin parvekirin .

  

Comments are closed.