Têgehekê Yasayi bo rojnamevanîyê di Pertûkeke Hekar Findî de

Ji weşanên rêveberiya çap û weşanê – Duhok pertûkeke Hekar Findî bi zimanê Kurdî bi navê “Tegehekê yasayî bo reojnamevanîyê” derket.

Di vê pertûkê de, Hekar Findî li dûv yasayên karpêkirî li herêma Kurdistanê û çendîn welatên cîhanî rojnamenivîs û rojnamevanî bi dîtineka yasayî dayine şirove û xweyakirin.

Babetên sereke yên ku pertûkê di 5 pişkên xwe de şirove û diyarkirine evin (Êtîk, Erk, maf, parêzeyî, tawan, mafê bi destveînana pêzaninan).

Hejî gotinê ye ku ev pertûk dibe êkemîn pertûk di vî biyavî de û bi zimanê kurdî/ kurmancî tê çapkirin.

Vê pertûke hijmar (26) di zincîreya weşanên rêveberîya çap û weşanê – Duhok ser bi wezareta rewşenbîrî û lawan ya hikumeta herêma Kurdistanê de cih girtiye.

Pertûke ji (180) berperan pêk dihê û li çapxana hawar – Duhok/2012 çap bûye.

Bo barkirin û xwendina pertûkê….. li vir bitikîne

Comments are closed.